Rewşa tenduristiya Ehmed Turk xirabe!

Derbarê tenduristiya hevşaredarê DBP'ê yê Mêrdînê Ehmed Turk de, parêzerî wî Erdal Kuzu û parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Şafak Pavey piştî serlêdana girtîgeha Silîvriyê ragihandin ku, rewşa tenduristiya Ehmed Tirk di metirsiyê de ye.

31 Berfanbar 2016 - 10:06
31 Berfanbar 2016 - 10:06
 0
Rewşa tenduristiya Ehmed Turk xirabe!

Herwaha ragihandin ewr ketiye li ser çavê wî û demildest pêwîstî bi neştergeriyê ango emeliyatê heye û her wiha ji ber tengejeya dil, di dilê wî de pîl hene û ji ber ku rojane kontrola dil nake rewşa tenduristiya wî di metirsiyê de

Ehmed Turk (74 saliye) di ji 24 Mijdarê ve li girtîgeha Silîvriyê girtiye, di dilê wî de pîl heye û mehane pêwîstiya wî bi çavdêriya bijîşkî heye.

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksegdag û 10 parlementerên wê partiyê li gel hejmarek mezin ji Şaredarên Bakurê Kurdistanê, ji wan Ehmet Turk, Gulten Kişanak û Bekir Kaya bi tometa propagandaya PKKê re di zîndanê de ne.

Ev nûçe bi tevahî 2641 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:57:58