Ocalan: Rojava xeta min a sor e

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de li ser pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axiviye û gotiye, “Sûriye û Rojava xeta min a sor in. Ji bo min ew der cuda ye.”

3 Îlon 2025 - 10:27
3 Îlon 2025 - 10:27
 0
Ocalan: Rojava xeta min a sor e

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan beşdarî bernameyeke taybet a JINTVyê bû û pirsên rojnameger Nezahat Doganê yên li ser pêvajoya "Civaka Demokratîk û Aşitiyê" û hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bersivandin.

Pervîn Buldanê got “Vê carê em dê bi ser bikevin, vê carê em dê li hev bikin” û wiha pê de çû:

“Helbet di navbera 2015an û vê serdemê de ferqên mezin hene. Ferqa herî eşkere û berbiçav ev e.

Bûyera ku MHP û aliyê netewperest li gel vê çareseriyê ne, piştgiriyê didin û beşdar dibin bi serê xwe ferqeke mezin e.

Wê demê em hemû dizanin ku Birêz Devlet Bahçelî, MHP û aliyê netewperest li dijî wê pêvajoyê bûn û tim ji cihekî ku dixwest xera bike li dij derdiketin lê vê carê ne wisa ye.

Belkî em dikarin bibêjin ku Birêz Devlet Bahçelî bi xwe destpêker e. Birêz Ocalan vê yekê tim tîne zimên.

Bi rastî Devlet Bahçelî aktorekî girîng e ku bûye wesîleya destpêkirina pêvajoyê.”

“Bê guman aqilekî dewletê li vir heye”

Buldanê da zanîn ku Ocalan helwesta Bahçelî wekî “ketina dewrê ya aqilê dewletê” dinirxîne û got:

“Tu kes nikare bifikire ku Birêz Bahçelî bi tena serê xwe vî karî dike.

Bê guman aqilekî dewletê li vir heye lê aqilê dewletê jî ji cihekî dinêre ku dibêje tiştên heta niha li hemberî gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li Tirkiyeyê hatine kirin neheqî û bêhiqûqî bûne.

Li Tirkiyeyê gelek tişt qewimîn. Gelek tişt hatin serê Kurdan, muxalefetê, jinan.

Her kesî zilm dît, êş kişand. Vana hemû li Tirkiyeyê bûn sedema gelek tiştan.

Ji aboriyê bigire heta civakî û siyasî di her warî de bû sedema windahiyekê.

Eger îro ku li Rojhilata Navîn hevsengî ji nû ve tên avakirin û kevir ji nû ve tên rêzkirin, Tirkiyeyê biryar dabe ku aştiya xwe ya navxweyî di nava xwe de çareser bike, ev ji bo paşerojê girîng û biqîmet e.

Çimkî îhtimaleke gelekî mezin heye ku welatekî ku aştiya xwe ya navxweyî pêk aniye, bibe welatekî mînak li Rojhilata Navîn.

Dê bibe welatekî model, çimkî Tirkiye bi rastî di nav Rojhilata Navîn de ye.”

Ocalan: Gelek tişt hene ku ez ji komîsyonê re bibêjim

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê bal kişand ser wê yekê ku divê Komîsyona Parlamentoyê bi Abdullah Ocalan re bicive û derbarê nîqaşên li ser vê mijarê yên di hevdîtina dawî de ev tişt gotin:

“Niha çûna komîsyonê ya giravê girîng e. Ji ber ku ew dê bi aktorê pirsgirêkê re hevdîtinê pêk bîne. Ji her du aliyan ve aktor hene.

Birêz Ocalan heye ku PKK jê re dibêje ‘sermuzakerevanê min’. Belê. Muxatabê sereke, aktorê mesleyê Birêz Ocalan e.

Li aliyê din Birêz Serokkomar, Birêz Devlet Bahçelî, partiyên mixalefetê bi taybetî Ozgur Ozel hene ku dibe ku hewl didin vî karî bi îradeya xwe bi pêş bixin.

DEM Partî û hevserokên wê hene. Bi dîtina min baş e ku em vana hemûyan wekî aktorên her du aliyan bi nav bikin.

Ji ber vê yekê hevdîtina bi aktorên aliyekî û qet hevdîtinnekirina bi aktorê aliyê din re, negirtina nêrînên wî, wekî muxatabê pirsgirêkê nedîtina wî şaşiyeke mezin e.

Eger Birêz Ocalan bang nekira, ji PKKyê re negota ‘Kongreya xwe kom bikin, xwe fesix bikin’, ma dê PKKyê kongreya xwe kom bikira û xwe fesix bikira? Nedikir.

Ma em dê bigihiştana vê qonaxa ku em niha bi awayekî qonax bi qonax gihiştinê? Na, em nedigihiştin.

Vana hemû bi banga Birêz Ocalan pêk hatin û li hemberî wî rêxistineke ku guh dide wî heye.

Ji ber vê yekê neçûna komîsyonê, wekî muxatab nedîtina Birêz Ocalan û guhnedana wî şaşiyeke mezin e.

Niha Birêz Ocalan vê yekê tîne zimên. Dibêje gelek tişt hene ku ez ji komîsyonê re bibêjim. Vê dibêje. Belê. Gelek tişt hene.”

Ocalan: Rojava xeta min a sor e

Pervîn Buldanê diyar kir ku Abdullah Ocalan derbarê geşedanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) de nirxandin kirine.

Buldanê anî zimên ku Ocalan van geşedanan bi heyeta dewletê re gotûbêj kiriye û got:

“Bi me re, bi heyeta DEMê re tenê siyaseta Tirkiyeyê lê ez dizanim ku wî çend caran gotiye, ‘Sûriye û Rojava xeta min a sor in. Ji bo min ew der cuda ye.’

Yanî wî çend caran ev diyarîkirin li ser Sûriyeyê kir. Lê dixwazim diyar bikim ku ji xeynî vê yekê wî li ser Sûriye û Rojava bi me re ti nirxandin nekiriye.

Ew tîne zimên ku bi giranî vê mijarê bi heyeta dewletê re gotûbêj dike, pirsgirêkê li wir nîqaş dike û heta eger derfet hebe, îmkan hebe, derfet were çêkirin, ew girîngiyê dide danîna pêwendiyekê bi wê derê re jî. Belê, yanî wî çend caran tekez kir ku pêwendiyeke bi Rojava re girîng e.

Wî anî ziman ku ew dixwaze bi wan re biaxive, bi wan re nîqaş bike û li ser wê yekê ku di vê meseleyê de divê rêyeke çawa were şopandin û biryareke çawa derkeve, bi wan re jî biaxive û bipîve.

Ev hîn pêk nehatiye lê eger di pêşerojê de rê were girtin, di nav pêvajoyê de eger ev derfet were çêkirin, belkî li ser wê derê, eger bi rayedarên Rojava re hevdîtin û temas çêbibin, em texmîn dikin ku dê hêsantir were çareserkirin.”

“Rojava hesasiyeta herî mezin a gelê Kurd e”

Buldanê bal kişand ser daxuyaniyên derbarê Rojava de û ev nirxandin kirin:

“Divê Tirkiye di vî warî de, yanî di mesela Rojava û Sûriyeyê de, li gel gelê Kurd be.

Niha dûrxistina Kurdan li wê derê, operasyonkirina li ser Kurdan, ji holê rakirina destkeftiyên gelê Kurd ti feydeya xwe ji Tirkiyeyê re nîne û Kurdên li Tirkiyeyê jî vê yekê qebûl nakin.

Divê beriya her tiştî ev yek wiha were fêmkirin û ji bo çareserkirina meseleyê bi rê û rêbazeke rastir, bi dîtina min pêdivî bi hizirkirineke aqlêselîm û girtina biryarên rast heye.

Ji ber vê yekê geşedanên li Sûriyeyê, lihevhatinên li wir, hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re û hwd. ev hemû ji aliyê Tirkiyeyê ve ji nêzîk ve tên şopandin lê Kurd di vî warî de gelekî hesas in.

Rojava hesasiyeta herî mezin a gelê Kurd e. Ji ber vê yekê em li Tirkiyeyê çi qasî di warê demokratîkbûnê de gavan bavêjin jî, li Rojava windahiyeke herî biçûk, operasyoneke li ser wê derê, dê di nav gelê Kurd de bibe sedema şikestineke mezin.

Ji ber vê yekê ev ne tiştekî ku were qebûlkirin e û ne jî tu kes vê rêbazê qebûl nake. Di serî de Birêz Ocalan qebûl nake.

Bi dîtina min eger Tirkiye jî di vê meseleyê de bi têgihiştineke ku li gel gelê Kurd disekine, rêzê li destkeftiyên gelê Kurd digire, mafê jiyana bi ziman, nasname û çanda xwe li her herêma ku lê dijîn dide gelê Kurd û hewl dide vê yekê li ser zemîneke demokratîk, li ser zemînên yasayî û destûrî çareser bike, nêzîk bibe, yê ku qezenc bike dê dîsa Tirkiye be.

Ji ber vê yekê ne ji cihekî ku winda dike, ne jî ji cihekî ku dide windakirin, ji cihekî ku qezenc dike û dide qezenckirin, bê guman dikarin bi mutabaqateke hevpar vê meseleyê çareser bikin, nêzîkî vê meseleyê bibin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:38:28