Bahçelî li HSDyê gefa 'operasyoneke hevpar a Şam û Enqereyê' xwar

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Divê HSD/YPG peymana ku di 10ê Adara 2025an de bi hikûmeta Sûriyeyê re îmze kiriye bi cih bîne, wekî din divê her kes bizane ku dê bi îradeya hevpar a Enqere û Şamê midaxaleyeke leşkerî neçar bibe.”

3 Îlon 2025 - 10:26
3 Îlon 2025 - 10:26
 0
Bahçelî li HSDyê gefa 'operasyoneke hevpar a Şam û Enqereyê' xwar

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê îmze kiribû.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî derbarê “Rojvea Siyasî ya Navxwe û Derve” de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Bahçelî behsa operasyoneke hevpar a Enqere û Şamê ya li dijî HSDyê kir

Devlet Bahçelî bal kişand ser Peymana 10ê Adarê û îhtimala operasyoneke leşkerî ya li HSDyê û got:

“Divê HSD/YPG peymana ku di 10ê Adara 2025an de bi hikûmeta Sûriyeyê re îmze kiriye bi cih bîne, wekî din divê her kes bizane ku dê bi îradeya hevpar a Enqere û Şamê midaxaleyeke leşkerî neçar bibe.”

Wî her wiha destnîşan kir ku yekîtî û hevgirtina di navbera Tirk û Kurdan de nayê hejandin û pûçkirin.

“Komîsyon xebatên xwe didomîne”

Bahçelî da zanîn ku “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ya ku di çarçoveya armanca “Tirkiyeya Bê Teror” de li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, xebatên xwe didomîne û got:

“Hewldanên ji bo ku ev komîsyon ji qada xwe ya kar derkeve û sernavên rojevê yên bi mebest û mexsûs bixe nav, gelekî şaş in.

Sabotekirina hewldanên ji bo avakirin û kemilandina çarçoveya teknîkî û hiqûqî ya qonaxên çekdanîn û tasfiyekirina PKKyê, an jî hewldana ji bo vê yekê, bi niyeta baş nayê ravekirin.”

Bahçelî bal kişand ser wê yekê ku hin saziyên pîşeyî û CHP hewl didin xebatan sabote bikin û got:

“Kongreya PKKyê ya ji bo belavbûnê û şewitandina çekan a komeke PKKyî di 11ê Tîrmehê de, geşbîniya me ya biîhtiyat xurt kir.”

Wî her wiha destnîşan kir ku piştî wê rojê heta niha, rawestan, sistî, lîstina li hemberî demê û bi israr lîstina bi topê di hin rewşan de wekî telaş û di hin rewşan de jî wekî kurnazî ji çavan venereviye.

Bahçelî wiha pê de çû, “Hîn bi temamî ne zelal e ka gelo endamên PKKyê ya belavbûyî gav bi gav tevlî HSD/YPGyê bûne yan na.”

“Hemû pêkhateyên rêxistinê pê ve girêdayî ne, HSD ne muaf e”

Bahçelî li ser banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an a “Aştî û Civaka Demokratîk” amaje bi wê yekê kir ku ew bang ji bo hemû "pêkhateyên rêxistina PKKyê ye û HSD/YPG ji vê bangê ne muaf û îstîsna ye".

Wî got, “Di demeke nêzîk de dê baş were fêmkirin ka dê rêxistinên terorîst ên cudaxwaz di testa dilsozî û samîmiyetê de derbas bibin û dê nizmîtiya siyonîst yan jî Îmralî diyarker be.”

Bahçelî anî ziman ku pabendbûna HSD/YPGyê ya bi Îmraliyê re û tevgereke li gorî daxuyaniya 27ê Sibatê dê ji bo paşerojeke bê teror û aramiya herêmê xizmeteke mezin bike û wiha berdewam kir:

“Dewleta terorîst Îsraîl, ji bo parçekirina Sûriyeyê her tim hewlên xwe zêde dike. Xuyaye ku HSD/YPG di bin bandora Îsraîlê de ye.”

“Gotinên Barrack ku YPG êdî ne PKK ye, bifikar in”

Bahçelî li ser peyama Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ya ji bo ‘Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Rojavayî’ ya li Almanyayê got ku gotinên Ebdî yên derbarê "îhtimala destpêkirina şer de nîşana niyetên xayîn û hewesên çalakiyan e."

Bahçelî li ser daxuyaniyên Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack ên di 10ê Tîrmeha 2025an de ku gotibû “Divê em hemû li hev bikin û bigihîjin vê encamê: Yek milet, yek gel, yek artêş, yek Sûriye” û nirxandinên wî yên ku gotibû “Deynê me nîne ku em ji HSDyê re dewleteke serbixwe ava bikin.

HSD YPG ye. YPG beşek ji PKKyê ye. Sûriye vê yekê diparêze; bi sîstemeke federal Sûriye nabe” got ku ev nirxandin gelekî rast in.

Lê Bahçelî gotinên Barrack ên di 30ê Tebaxa 2025an de wekî “gelekî bifikar û şaş” nirxand ku gotibû:

“PKK ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî rêxistineke terorîst hatiye pênasekirin. Amerîkayê jî PKK wekî rêxistineke terorîst a biyanî îlan kiriye.

Lê niha rêxistineke din heye ku ne girêdayî PKKyê ye, HSD û YPG. Ev di şerê li dijî DAIŞê de bûn hevalbendên me. Koka wan digihîşt PKKyê.”

Bahçelî da zanîn ku konsorsiyuma Amerîka-Îsraîlê li Sûriyeyê roj bi roj bingeha şerekî navxweyî yê bi xwîn û cudabûnê datîne û Îsraîl "bi operasyonên veşartî, bi çek û zordariyê, bi awayekî eşkere li dijî yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê ye."

Bahçelî her wiha destnîşan kir ku ev rewş ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo Tirkiyeyê jî gefeke ewlehiyê ya gelekî mezin e û pêşniyarên wekî “Yek pileyek di binê federasyonê de” ji bo Sûriyeyê, wekî "pêşniyarên perçebûn û cudaxwaziya bi maske" bi nav kir.

“Du vebijêrk mane”

Bahçelî diyar kir ku mijûlkirina rojevê ya ji aliyê HSD/YPGyê ve bi ferzkirinên nû û veguhertina wê ya bo pêlîstoka Amerîka-Îsraîlê, nîşaneya tevliheviyeke giran e û got:

“Di vê qonaxa ku em gihiştinê de, du vebijêrk mane: Yan dê li Sûriyeyê aştî, aramî û îstiqrar serwer be; yan jî dê li gorî xeyalên Îsraîlê perçebûn û şerê navxweyî çêbibe.”

Bahçelî gotina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya bi rengê “Ez dizanim ku em li Sûriyeyê bi rastî li dijî kê şer dikin” wekî îtirafa eniyekê bi nav kir ku tê de nêrînên Tirkiye û Îsraîlê gihiştine sifirê û îhtimala pevçûneke germ heye.

Wî anî ziman ku "Komara Tirkiyeyê dê li cografyayên cîran rê nede fermanan."

“Divê her kes bizane ku dê midaxaleyeke leşkerî neçar bibe”

Bahçelî ducare hişyariya xwe anî ziman û got, “Divê HSD/YPG peymana ku di 10ê Adara 2025an de bi hikûmeta Sûriyeyê re îmze kiriye bi cih bîne, wekî din divê her kes bizane ku dê bi îradeya hevpar a Enqere û Şamê midaxaleya leşkerî neçar bibe.”

Wî her wiha got, “Tiştê ku gotin nikaribe bike, dê gelek dîmenên qehremaniyê pêk bînin. Yên ku hewl bidin biryara ‘Tirkiyeya Bê Teror, Herêma Bê Teror’ têk bibin û ji binî ve dinamît bikin, dê poşman bibin.”

Bahçelî da zanîn ku birayên wî yên Kurd bi lîstika ku tê lîstin dizanin.

“Tirkmen, Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê dijîn birayên me ne”

Bahçelî di dawiya daxuyaniya xwe de got, “Wekî din, ti birayê min ê Kurd dê nekeve destê siyonîzmê, dê nebe qurbana telqîn û hesabên hovane yên qirkeran.

Tirkmen, Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên ku li Sûriyeyê dijîn birayên me ne û xefikên ku hatine danîn dê bi hevkariyê werin şikandin û avêtin.

Dema ku li derdora me ev qas bûyerên giran û bi êş diqewimin, axaftina Serokê Giştî yê CHPyê ya li Sînopê û naveroka wê, ji rezalet û kepazetiyê wêdetir e.”

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:39:31