Omer Ocalan çû Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku ew doh çûye Îmraliyê.

24 Cotmeh 2024 - 07:18
24 Cotmeh 2024 - 07:18
 0
Omer Ocalan çû Îmraliyê

Ji 3yê Adara 2020î ve bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin nedihatin kirin.

“Mafekî rûtîn e”

Omer Ocalanê biraziyê Abdullah Ocalan bi rêya hesabê xwe yê xê da zanîn ku ew doh çûye Îmraliyê û got:

“Hevdîtina herî dawî ya rûbirû ya bi Birêz Ocalan re 3yê Adara 2020î bû.

Me piştî çend salan 23yê Çiriya Pêşîn a 2024an bi Birêz Ocalan re hevdîtinek kir.

Hevdîtina malbatê mafekî rûtîn e û şert çi dibin bila bibin divê berdewam bike.”

 

Ev nûçe bi tevahî 558 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:31:30