Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa li Enqereyê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya li Enqerê şermezar dike û hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan re nîşan da.

24 Cotmeh 2024 - 07:17
24 Cotmeh 2024 - 07:17
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa li Enqereyê şermezar kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe yê tora civakî “X” nivîsî: “Ez êrîşa terorê ya li Enqereyê şermezar dikim û sersaxiya xwe digihînim Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û başbûna zû ji birîndaran re dixwazim.”

Duh danê êvarê li Herêma Pîşesazî ya Kahraman Kazanê ya Enqereyê li dijî kompanyaya Pîşesaziya Asmanî (TUSAŞ) êrîşeke çekdarî hat kirin.

Di êrîşê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 22 kes jî birîndar bûn ku rewşa 3 kesên birîndar jî giran e.

 

Ev nûçe bi tevahî 620 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:48:23