PAK: Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bibîr tînin

Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk re dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.

2 Tîrmeh 2020 - 06:01
2 Tîrmeh 2020 - 06:01
 0
PAK: Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bibîr tînin

Di Temmûza 1993yan de li Sêwasê Şahîya Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vê şahîyê bibûn.

Di roja 2yê Temmûza 1993yan de qalabalixîyeke mezin êrîşeke ne mirovane birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê de 33 Reweşenbîr û hunermed û 2 xebatkarên Hotêlê hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.

Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk re dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.

Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.

Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatn vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine aşkere kirin, nehatine ceza kirin.

Em qesas û êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.

Em di 27emîn salvegera vê qetlîamê de, qurbanîyên qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

02.07.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 741 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:45:34