Parêzgarê Dihokê piştgiriya Leyla Zana kir: Her Kurdekî niştimanperwer şanaziya me ye

Parêzgarê Dihokê Elî Teter, peyameke xurt a piştgiriyê ji bo siyasetmedara navdar a Bakurê Kurdistanê Leyla Zana weşand û bertek nîşanî êrîşên nijadperest ên li dijî wê da.

24 Berfanbar 2025 - 10:19
24 Berfanbar 2025 - 10:19
 0
Parêzgarê Dihokê piştgiriya Leyla Zana kir: Her Kurdekî niştimanperwer şanaziya me ye

Parêzgarê Dihokê Elî Teter duh 23ê Berçleyê di peyama xwe de êrîşên nijadperest ên li dijî Leyla Zana şermezar kir û got: “Her Kurdekî niştimanperwer xizmê me ye û cihê şanazî û serbilindiya me ye.” 

Parêzgarê Dihokê bi vê peyamê careke din hevxebatî û piştgiriya xwe ya ji bo siyasetmedarên Kurd û redkirina her cure nijadperestiyê anî ziman.

Ev pêla piştgiriyê piştî wê yekê hat ku di 16ê Berçileyê de, di dema lîstika futbolê ya navbera her du tîmên Bursaspor û Somasporê de, alîgirên Bursasporê bi dirûşm û gotinên nexweş bêrêzî li Leyla Zana kiribûn. Ev bûyer rastî berteka tund a gelek partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û çalakvanan hat.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ev êrîş bi tundî şermezar kirin. DEM Partiyê bang li saziyên peywendîdar kir ku lêpirsînê bidin destpêkirin û destnîşan kir ku: “Ev zimanê jehrî yê di yarîgehekê de hatiye bikaranîn, nîşaneya aqiliyeteke nijadperest û faşîst e.”

Ji aliyê din ve, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî derbarê mijarê de diyar kir ku ew dixwazin "pêvajoya Tirkiyeya bê teror" serkeftî bibe û naxwazin ti reftar ziyanê bigihînin vê pêvajoyê. 

Wezîrê Dadê herwiha eşkere kir ku saziyên peywendîdar li ser mijarê dixebitin, tomarên dengî tên lêkolînkirin û ji bo kesên ku bêrêzî kirine lêpirsîna qanûnî hatiye destpêkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 10 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:44:21