Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan dê her dem landika bihevrejiyanê be
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî “Cejna Jidayîkbûna Hezretî Mesîh” ango Christmasê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyên herî germ li hemû Xiristiyanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê belav kiriye de wiha got:
"Bi boneya Cejna Jidayîkbûna Hezretî Mesîh, ez pîrozbahiyên herî germ li xwişk û birayên me yên Xiristiyan ên li Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim.
Ez hêvîdar im ku ev cejn bi xwe re aştî, aramî û xêr û xweşiyê bîne."
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de tekezî li ser çanda bihevrejiyanê kir û got:
"Di vê boneyê de em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her car dê landika bihevrejiyan, lêborîn û hevtemamkirina navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî bimîne.
Em hemû welatiyên xwe yên Xiristiyan piştrast dikin ku em dê berdewam parêzerên maf û azadiyên wan bin."
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku sala nû bibe sala bidawîhatina şer û aloziyan û aramî li cîhanê serdest bibe.
Nûvekirina herî dawî: 12:07:49