Parîs rêzê li Pêşmerge digire: Serok Barzanî beşdarî vekirina ‘Rêya Pêşmerge’ bû
Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Rêya Pêşmerge li Parîsa paytexta Fransayê hat vekirin û Serok Barzanî ragihand, "Îro ji bo gelê Kurdistanê rojeke dîrokî ye."

Proje ji aliyê Şaredariya Parîsê ve wekî "Rêya Pêşmerge" hatiye binavkirin, wekî wefayekê ji bo rola hêza Kurdî ya di têkşikandina terorê de li ser asta cîhanê tê dîtin.
Rêya Pêşmerge li Parka Andre Citroenê ya Parîsê ye.
Serok Barzanî û şandeyeke pê re, di nav de Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Berî merasîmê, Serok Barzanî ji aliyê Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê ve hat pêşwazîkirin û hingivê Kurdistanê wekî diyarî da wê.
Serok Barzanî di gotara xwe ya vekirinê de got:
“Ez tekez dikim ku Kurdistan dê her tim cihê bihevrejiyanê be û Pêşmerge jî dê her tim parêzvanê mafên mirovan û azadiyê be."
Serok Barzanî her wiha amaje bi rola Fransayê ya di piştgiriya Kurdan de kir û anî ziman:
"Serok Mitterrand yekem serok bû ku sala 1992yan siyasetmedarekî Kurd, ez dîtim.
Her wiha kesa yekem a Ewropî ya ku min dît ji bo gelê Kurd hêsir barandin, Madame Mitterrand bû."
Madame Mitterrand hevjîna Serokê berê yê Fransayê François Mitterrand bû (1981 - 1995).
Li aliyê din, Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê jî di gotara xwe de da zanîn, "Hewlêr sembola şerê li dijî DAIŞê bû li cîhanê."
Berpirsên Fransa û Parîsê bi fermî daxwaz kiribûn ku Serok Barzanî, wekî sembolê navdar ê Pêşmergeyetî û têkoşîna gelê Kurdistanê, di merasîma vekirinê de amade be.
Merasîm bi amadebûna bi dehan berpirs û kesayetiyên Kurd û Fransî hat lidarxistin û bal hat kişandin ser bandora Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê ya di têkşikandina terorê û parastina azadiyê de.
Nûvekirina herî dawî: 16:05:07