LI Amedê Çalakîya Grûba Însîyatîfa Muzeya Hafızayê Ya Zîndana 5 Nolî Yê

Roja 05.09.2025ê, li ber avahîya Hefsa Dîyarbekirê ya berê, Grûba Înîsîyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zîndana 5 Nolûyê civîneke çapemenîyê li dar xist.

5 Îlon 2025 - 14:43
5 Îlon 2025 - 14:43
 0
LI Amedê Çalakîya Grûba Însîyatîfa Muzeya Hafızayê Ya Zîndana 5 Nolî Yê

Roja 05.09.2025ê, li ber avahîya Hefsa Dîyarbekirê ya berê, Grûba Înîsîyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zîndana 5 Nolûyê civîneke çapemenîyê li dar xist.

Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û endamê însîyatîfê Mehmet Can Azbay bi kurdî, endamê însîyatîfê, sîyasetmedarê kurd Paşa Akdogan jî bi tirkî daxuyanîya însîyatîfê xwendin.

Nûnerên PWKyê û partîyên kurdistanî û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî vê çalakîyê bûn.

Ragihandina Grûba Însîyatîfa Muzeya Hafızayê Ya Zîndana 5 Nolî Yê wîhaye :

Zindana Diyarbekir a 5 Nolîyê perçeyekê borîya me ye

''Zindana Diyarbekir a 5 Nolî di dîroka nêzîk ya gelê Kurd de qonaqekê pir girîng e. 5 Nolî di çaryeka sedsala bistan da ji bo miletê Kurd bû qada man û nemanê. Hêzên qolonyalîst bi armanca ku doza azadîyê a neteweya Kurd tune bikin 5 Nolîyê wek labaratuwar bikar anîn. Ewladên têkoşer yên gelê Kurd jî li himber êrîş û zilma hêzên faşist 5 Nolîyê kirin qada berxwedan û rûmetê.

Em, bi salan e ku girîngî û wateya daxwaza valakirin û veguherandina Zîndana 5 Nolîyê ku bibe muze em her tim nêrînên xwe bi raya giştî re parve dikin. Di encama van banga û hewldanan de, rayedaran biryara valakirina 5 Nolîyê girtin, lê ji civakê re, rêgezek nehat pêşkêşkirin. Loma jî em bi temamî nizanin hikûmet xwediyê kîjan projeyê ye û dixwaze çi bike. Ji ber van sedeman, em jî dixwazin ku di derbarê paşeroja Zîndana 5 Nolîyê ya Amedê de bibin xwedî biryar û guhertin li gorî daxwazên me pêkbe.

Ji ber ku 5 Nolî di jiyana me hemûyan de gelek bi bandor û bi êşe. Em hemû şahid û têkoşerên wan rojên reşin. Êş, birîn û travmayên wan rojan di jiyana me de, di ya malbatên me de, di nav civata me de xwedî bandorek mezin e! Dengê me, qêrîn û hawarên me hê jî di wê zîndanê de dengvedide. Em dizanin ku dewleta Tirk ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê bin ax bikin, zîndana Amedê weke laboratuvar bikar anî. Îşkence û zulma me dît ne ji sedemên şexsî bû, ew stratejî û tunekirina pirsa kurd bû.

EM TEREFİN, EM ALÎYÊN esasîne! Em muxatabê pêvajoyên heyî ne. Yên îşkence dîtine, yên bi zilim û êşên giran re rûbirû bûne em in! Di derhekê zîndana 5 nolîyê de, derbarê dîzayn kirina muzeya rûreşiya mirovahiyê de, divê EM jî şirîkê biryar û pêvajoyan bin. Divê di derhekê muzê de, peşniyar û daxwazên me esas bên girtin. Em alîyê KURD û têkoşerên wê zîndanê ne, em alîyê mazlûm û yên îşkence dîtîne! Hevalên me hatine kuştin, seqet mane û jiyana me serûbin bûye. Divê hewldan û dîzayn kirina îşkencexanê li gor wê rastîyê bê meşandin.

Di zîndana 5 nolî yê de, hemû beşen civatê bi işkencan re rûbirûbûn. Têkoşer û sîyasîyên Kurd, Tirk û kêm netewên din, oldar, parlementer, serok eşîr, karsaz û kesên ji rêzê hemû şêweyên hovane û îşkenceyên giran dîtin û jîyan.

Dewlet bi me îşkence kirîye, bi zulum û zordarîya sîstematîk jiyana me serûbin kirîye. Dewlet aliyê tawanbar e! Ji ber wan sedeman divê em bi piştgirîya raya gistî, doza lêborîn û lêkolînê bikin. Divê dewlet arşîvên wê demê vebike û rê bide ku lêpirsîn destpê bike. Em bi hevre diqîrin û dibêjin: EM TEREFİN! Yên wan rojan dîtin, jiyan û bi îşkenceyên hovane re rûbirû bûn em in. Ji bo wê yekê jî divê em di hemû merhelan de, xwedî gotin û biryaran bin.

Ji bo Bîrdanek dîrokî û civaknasî, em radestî civatê û nifşên nû bikin, pêwîste em bi hev re hafiza 5 nolîyê jîndar bigirin, bi şêweyek hevbeş, bi hevkarî û yekrêzîyek weke berxwedana 5ê Îlonê û 3yê Çile xwedî helwest bin.

Divê zîndana Amedê li gorî şert û mercên navbera 1981 û 1984 ji nû ve bê dîzayn kirin. Hêmû şêweyên îşkence û zulmê li gor wê demê bê dîzayn kirin. Ji nivîsên dîwar û qawişan bigirin, ji merş û xwendina pirtûkên nijadperestîyê, divê hemû şêweyên îşkencan û jiyana qawişan li gor wê demê bê dîzayn kirin. Lîsteya kesên hatine kuştin, yên seqet mane bên tespît kirin. Li ser wan pêşnîyaran em dikarin çerçeveya dîzayn kirina muzexanê berfireh bikin.

Ji bo ku carekê din dubare nebe…

Jo bo ku miletê Kurd carekê din rastê qirkirinekê nebe…

Ji bo ku nifşên pêşedemê û mirovahîyê derbarê kiryarên dijê mirovahîyê da hişyar bin.

Divê Hefsa Diyarbekir a 5 Nolî bi beşdarîya mexdur û zindanîyên wê derê wek muzexane bê dîzayn kirin.

Jibo ve yekê dikare nimune û tecrubeyên welatên din sud bê girtin.

Kampên Nazîyan di vê warê da nimuneyên balkêş in.

Emna Sor ya Silêmanîyê divê wek model were qebûl kirin.

Di civîna 27.10.2024 an de, ku li Diyarbekirê bi Midûrê Giştî yê Wezareta Çandê û endamên komîsyona peywendîdar re hat lidarxistin, me wekî komîsyona Girtîgeha 5 Nolîyê nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê veguherandina girtîgehê bo muzeyekê de bi devkî anîbûn ziman. Herwiha heyeta wan, ji me raporek nivîskî jî xwestibûn. Me rapora xwe amade kir û ji bo gihandina komîsyona peywendîdar, şand. Lê heta niha ji ber pêşniyarên me yên di raporê de, ti bersivek nehatiye dayîn. Ji bo raya giştî li ser vê mijarê agahdar bibe, em vê raporê bi çapemeniyê re parve dikin.

Bi vê mebestê em bangê raya giştî, hemî hiquqnas, aştîxwaz û mirovhezan dikin ku di vê mijarê da baldar bin, xwedî li daxwaza me ya rewa derkevin û piştgirîyê bikin daku 5 Nolî bibe Muzexaneya Hafizayê. Em spasîyên xwe ji bo piştgirî û keda hemû sazî û dezgehên sivîl re, ji kesayetên alaqadar re pêşkêş dikin. Spas ji bo beşdarbûn û keda we.

Em cardin di 42 min ya salvegera berxwedana 5 îlonê 1983 an de di şexsê Mehmet Hayri DURMUŞ, Necmettin BÜYÜKKAYA, Kemal PİR, Yılmaz DEMİR, Remzi AYTÜRK, Cemal ARAT, Eşref TURSUN, Medet ÖZBADEM, Bedi TAN, Orhan KESKİN û kesên me navê wan nenivisîye, em hemû şehîdên zîndana 5 Nolîyê bi rêzdarî bibîr tinin. Cardin spas ji bo beşdarîya we.''

GRÛBA ÎNSÎYATÎFA MUZEYA HAFİZAYÊ YA ZÎNDANA 5 NOLÎ YÊ

 

 

 

Ev nûçe bi tevahî 41 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:59:50