Parlementoya Kurdistan vî heftê tê vekirin

Li gorî ragihandina Endamê rêveberiya PDKê Aras Heso Mîrxan dibêje: ‘’PDK û YNK mekanîzma û rêyên aktîf kirina parlamentoya Kurdistanê guftûgo dikin û dê parlamento bê aktîf kirin.’’

10 Îlon 2017 - 09:39
10 Îlon 2017 - 09:39
 0
Parlementoya Kurdistan vî heftê tê vekirin

Endamê rêveberiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji BasNewsê re got: ‘’PDK û YNK li gel yek mekanîzmaya aktîf kirina parlamentoyê guftûgo dikin û îro jî civîna her du aliyan li ser vê pirsê û çawaniya bangeşeya referandûmê û bi hev re li gel hêzên din berî pêkanîna referandûmê û di demeke nêzîk de biryar li ser aktîf kirina parlamentoya Kurdistanê dê bê dayîn. Ji ber diyare Tevgera Gorran bersiva xwe daye.’’

Herwaha got: ‘’Civîna hêzên siyasî bo aktîf kirina parlamentoyê dê berdewam bin û piştî civîna PDKê û YNKê civîna li gel aliyên din jî dê bê kirin.’’

Ev nûçe bi tevahî 1574 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:16:49