Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nabe

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Cebar Waşer aşkere kir ku wê hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nebin.

6 Sibat 2017 - 04:21
6 Sibat 2017 - 04:21
 0
Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nabe

Cebar Yawer li ser hin nûçeyên ku dibêjin ji bo operasyona Telaferê amadekariyên herî dawî hatine kirin û wê hêzên Pêşmerge li gel Heşdî Şebî beşdarî operasyonê bibin, derewand. Yawer diyar kir ku hêzên Pêşmerge wê beşdarî operasyonê nebin.

Yawer wiha got: "Telafer dûrî sînorên Herêma Kurdistanê ye. Dîsa hêzên Pêşmerge di operasyona Mûsilê de jî neketina nava bajêr û hêzên Pêşmerge nakevin herêmeke ku ne Kurdistanê be."

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer diyar kir ku ji bo beşdariya Pêşmerge nav operasyona Telaferê, di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de ti civîn û plandan jî çênebûye.

Ev nûçe bi tevahî 1241 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:39:59