PDK dest bi gereke din a danûstandinên pêkanîna hikûmetê dike
Biryar e Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi gereke din a danûstandinan bike û ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bicive.

Şanda danûstandkar a PDKê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel YNKê bicive û biryar e jî sibe ligel Tevgera Goranê bicive.
Ev di demekê de ye, PDK, YNK û Tevgera Goranê sê aliyên sereke yên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê ne. Her yek ji YNK û Tevgera Goranê jî xwe ji bo beşdariya di hikûmeta nû de yekalî kirine .
Li gor zanyariyan xalên nakok ên di navbera PDK û Goranê kêmtir in ji nakokiyên di navbera PDK û YNKê de, lê ta niha PDK ligel her du aliyan negihîştiye biryara dawiyê.
Nûvekirina herî dawî: 00:12:08