Teqînekê karwaneke hêzên Kurdî û Amerîkî kir armanc

Xwekujekî bi otombîleke bombekirî xwe di karwaneke leşkerî ya Amerîkî li başûrê Hesekê de teqand û di encamê de kuştî û birîndar ji HSD û hêzên Amerîkî hene.

21 Çile 2019 - 08:24
21 Çile 2019 - 08:24
 0
Teqînekê karwaneke hêzên Kurdî û Amerîkî kir armanc

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li nêzîk Şedadê li başûrê Hesekê xwekujekî bi otombîleke bombekirî xwe di karwaneke leşkerî ya Amerîkî li başûrê Hesekê de teqand û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn, di encama teqînê de 5 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin kuştin û 2 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Ev nûçe bi tevahî 1093 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:32:21