PDK li ser bûyerên Silêmaniyê: Divê rêz li serweriya yasayê bê girtin

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê bûyera 22ê Tebaxa 2025an a li bajarê Silêmaniyê, ku di encamê de hejmarek qurbanî çêbûn, daxuyaniyek belav kir û tê de nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman û bang li hemû aliyan kir ku xwe ragirin, rêzê li serweriya yasa û saziyên fermî bigirin û dawî li êrîşên medyayî bînin.

25 Tebax 2025 - 17:48
25 Tebax 2025 - 17:48
 0
PDK li ser bûyerên Silêmaniyê: Divê rêz li serweriya yasayê bê girtin

Polîtburoya PDKê îro 25ê Tebaxê daxuyaniyek derbarê encam û bandorên bûyera Silêmaniyê ku bûne sedema nîgeraniya xelkê Silêmaniyê û tevahiya Herêma Kurdistanê belav kir.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin, Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ye û berhema têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye, lewma divê serweriya yasayê û aramî û seqamgîriya Silêmaniyê û tevahiya Herêmê were parastin.

PDKê da zanîn, divê çareserkirina nakokî û kêşeyan bi rêya diyalog û hevtêgihiştinê be û her karek ku bandoreke neyînî li ser aramî, pêkvejiyan û navûdengê Herêma Kurdistanê bike, nayê qebûlkirin.

Polîtburoya PDKê anî ziman, ew ji nîgeranî û dilgiraniya xelkê têdigihîjin û ji bo berjewendiya Herêmê û aramiya derûnî ya welatiyan, daxwaz ji hemû aliyan kir ku "xwe ragirin" û serweriya yasa û saziyan biparêzin.

Herwiha, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "her cure alozî û êrîşeke medyayî xizmeta Herêma Kurdistanê nake û divê were rawestandin."

Sersaxî ji Malbatên Qurbaniyan re

Di dawiya daxuyaniyê de, Polîtburoya PDKê sersaxî li malbat û kesûkarên hemû qurbaniyan kir, hevxemiya xwe bi wan re nîşan da û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re xwest.

 

Ev nûçe bi tevahî 22 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:51:58