Mîrê Kurdên Êzidî: Bila pêşniyar bibin gavên berbiçav

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg got, “Bi sed hezaran ji xelkê me hîn jî li kampan in, bi hezaran jin û zarok hîn jî winda ne. Em hêvîdar in ku pêşniyar bibin gavên berbiçav."

25 Tebax 2025 - 17:50
25 Tebax 2025 - 17:50
 0
Mîrê Kurdên Êzidî: Bila pêşniyar bibin gavên berbiçav

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Komkujiya Kurdên Êzidî bû û li wê de rê axivî û got:

"Komkujiya ku di sala 2014an de li hemberî Êzidiyan hat kirin, birînên ku heta îro jî xwîn ji wan diçe li pey xwe hiştine û encamên wê yên trajîk hîn jî berdewam dikin.

Bi sed hezaran ji xelkê me hîn jî li kampan in, bi hezaran jin û zarok hîn jî winda ne û hîn jî pêwîstiya herêmên me bi avakirin û misogerkirina vegera bi ewle û birûmet heye."

“Em hêvîdar in ku pêşniyar bibin pêngavên berbiçav”

Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser girîngiya vê konferansê jî wiha got:

"Lidarxistina konferansên bi vî rengî yên zanistî pêngaveke girîng e ji bo ku doza me di wijdanê mirovî û navneteweyî de zindî bimîne û ji bo pêşkêşkirina lêkolînên ku qebareya karesatê belge dikin û beşdarî pêkanîna edaletê û înfaza qurbaniyan dibin.

Em hêvîdar in ku ev konferans bi pêşniyarên pratîk ên ku ji aliyên pêwendîdar re bên pêşkêşkirin derkeve û ev pêşniyar bibin pêngavên berbiçav ku paşeroja Êzidiyan û mafên wan misoger bikin û rê li ber ducarebûna karesatê bigirin."

Mîr Hazim Tehsîn Beg ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Şingalê spasiya gelê Kurdistanê kir û ji bo piştgiriya wî ya di dosyeya rizgarkirina Êzidiyên di destê DAIŞê de jî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

“Ev biryar êşa me kûrtir dike”

Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Hazim Tehsîn Beg, derbarê biryara dawî ya Wezareta Koçê ya Îraqê ya ku koçberên Êzidî wekî entegrebûyî di nav civaka mêvandar de dihesibîne, dilgiraniya xwe anî ziman û teqez kir ku ev biryar "ji dema xwe zûtir e û li gorî rastiya veger û ewlehiyê nîne” û got:

"Em dilgiraniya xwe ya kûr ji biryara dawî ya Wezareta Koçê ya Îraqê ya ku koçberên Êzidî wekî entegrebûyî di nav civaka mêvandar de dihesibîne, tînin ziman, di demekê de ku şert û mercên veger û ewlehiyê û pêdiviyên jiyaneke birûmet pêk nehatine û ev biryar êşa me kûrtir dike.”

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:53:32