PDK-S kongreya xwe ya 12emîn li dar dixe

Îro li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna 200 endaman, 12emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) tê lidarxistin.

10 Hezîran 2023 - 06:55
10 Hezîran 2023 - 06:55
 0
PDK-S kongreya xwe ya 12emîn li dar dixe

Karên kongreyê heta du rojan dê berdewam bibe û 29 endamên Komîteya Navendî têne hilbijartin û di nav 29 endaman de jî sekreterek ji bo partiya xwe diyar dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) yek ji mezintirîn partiyên Rojavayê Kurdistanê ye û di sala 1957an de hatiye damezrandin.

Ji ber rewşa ewlehiyê ya Rojavayê Kurdistanê, kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Hewlêrê tê lidarxistin.

Ev nûçe bi tevahî 423 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:16:45