Li Enqerê teqîn: 5 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Elmadagê ya Enqere ya Tirkiyê teqînek di kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan de rûda, di teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

10 Hezîran 2023 - 06:57
10 Hezîran 2023 - 06:57
 0
Li Enqerê teqîn: 5 kesan canê xwe ji dest dan

Îro Şemiyê danê sibehê li navçeya Elmadagê ya Enqerê teqînek di kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan a girêdayî saziya Pîşesaziya Makîne û Kîmyayê (MKE) de qewimî, ku saziyeke serekî ya berhemanîna çek û teqemeniyan a Tirkiyê ye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser vê mijarê ragihand, di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Ev nûçe bi tevahî 933 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:02:46