PDK û YNK li ser referandom û alaya Kurdistanê dicivin

Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser referandoma serxwebûnê û bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê dicivin.

2 Avrêl 2017 - 04:32
2 Avrêl 2017 - 04:32
 0
PDK û YNK li ser referandom û alaya Kurdistanê dicivin

PDK û YNK îro li ser du mijarên hestiyar dicivin. Yek referandom e ya din jî bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê û karvedanên li hember wê ye.

Li gorî agahiyên BasNewsê, di civînê de mijarên din jî dê bên axaftin lê herî zêde du mijarên jorê dê bên gotûbêjkirin.

Civîn dê bi serepereştiya Serok Barzanî were encamdan. Şanda YNKê dê bi serokatiya cîgirê Talebanî, Kosret Resûl Elî tevlî civînê bibe.

Çavdêrên siyasî civîna îro ya PDK û YNKê wek “Civîna Referandomê” bi nav dikin.

Ev nûçe bi tevahî 2187 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:55:54