PDKê bombebarana Tirkiyê û kuştina 2 sivîlan şermezar kir

Fraksyona partiya Demokrata Kurdistanê bombebarana Tirkiyê li Amêdiyê ku bûye sedema canjidestdana 2 welatiyên sivîl, şermezar kir û ragihand, di bin ti hincetan de nabe ku xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê bêne bombebarankirin.

24 Çile 2019 - 04:28
24 Çile 2019 - 04:28
 0
PDKê bombebarana Tirkiyê û kuştina 2 sivîlan şermezar kir

Duh bi şev balafirên şer ên Tirkiyê çend navçeyên sînorî yên ser bi bajarokê Dêrelokê li navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê bombebaran kiribûn û di encamê de 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dabûn û 2 welatiyên din jî birîndar bibûn.

Fraksyona PDKê di derbarê wê êrîşê de daxuyaniyek da û têde ragihand: “Mixabin careke din ji ber bombebarana Tirkiyê li navçeyên sînorî yên nêzîkî bajarokê Dêrelokê ya ser bi Amêdiyê ve, du welatî şehîd bûn û du kesên din jî winda bûne.”

Fraksyona PDKê ragihand: “Em bi tundî vê bombebaranê şermezar dikin û pêwîst e ew hêzên ku bûne hincet û sedema bombebaranan, milmilaniyên xwe nekin hincet, daku êdî xelkê sivîl û gundiyên Herêma Kurdistanê nebin qurbanî.”

Ev nûçe bi tevahî 1727 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:55:42