Pentagon razî ye Tomahawkan bişîne Ukraynayê: Biryara dawî ya Trump e
Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon), piştî nirxandineke ku nîşan daye dê bandoreke neyînî li ser depoya çekan a Amerîkayê neke, ji Koşka Spî re razîbûna xwe ya ji bo dayîna mûşekên dûravêj ên Tomahawkê ya Ukraynayê nîşan da.
Berpirsên Amerîkî û Ewropî yên ku ji mijarê agahdar in ji CNNê re axivîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump destpêka mehê di hevdîtineke bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re de li Koşka Spî ragihand ku ew naxwaze wan mûşekan bide Ukraynayê û got:
"Em naxwazin wan tiştên ku ji bo parastina welatê me pêwîst in, bibexşînin."
Artêşa Amerîkayê destpêka vê mehê nirxandina xwe ji Koşka Spî re şandibû, ev yek jî rasterast beriya civîna Trump a bi Zelenskyy re bû.
Serokê Ukraynayê zext dikir da ku mûşekan wergire û artêşa wî karibe bi awayekî bibandortir sazî û dezgehên petrol û gazê yên li kûrahiya Rûsyayê bike armanc.
Menzîla mûşekên Tomahawkê nêzîkî hezar û 600 kîlometre ye.
Du berpirsên Ewropî ragihandiye ku nirxandinê hevpeymanên Ewropî yên Amerîkayê kêfxweş kirine û ew di wê baweriyê de ne ku niha hincetên Amerîkayê kêmtir bûne.
Trump çend roj beriya civîna bi Zelenskyy re gotibû ku Amerîka "xwedî gelek Tomahawkan e" û dikare wan bide Ukraynayê.
Ji ber vê yekê, berpirsên Amerîkî û Ewropî matmayî man dema ku Trump piştî çend rojan gotina xwe guherand û di destpêka civîna bi Zelenskyy re de anî ziman, "Pêdiviya Amerîkayê bi Tomahawkan heye."
Li gorî hinek çavkaniyan, Trump paşê li pişt deriyên girtî ji Zelenskyy re gotiye ku Amerîka dê wan mûşekan nede.
Li gorî raporeke CNNê, biryara Trump rojek piştî pêwendiyeke telefonî ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hatiye dayîn ku wî ji Trump re gotibû her çend mûşekên Tomahawkê dikarin bigihêjin bajarên mezin ên Rûsyayê yên wekî Moskow û St. Petersburgê jî lê dê bandoreke wan a zêde li ser qada şer nebe û dê tenê zererê bidin pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê.
Çavkaniyan berê ji CNNê re gotibûn ku Trump bi temamî derî li ser dayîna mûşekan negirtiye û îdareya wî plan amade kirine ku eger Trump ferman bide, bilez wan bigihînin Ukraynayê.
Her wiha Trump di hefteyên borî de ji ber nerazîbûna Putin a ji bo gotûbêjên aştiyê aciz bûbû û hefteya borî cezayên nû bi ser kompanyayên petrolê yên Rûsyayê de sepandin û civîneke plankirî ya bi Putin re ya li Budapeştê ya ji bo gotûbêja li ser Ukraynayê betal kir.
Her çi qas Pentagon derbarê kêmbûna mûşekên Tomahawkê yên di depoyên xwe de ne dilgiran e jî, berpirsên parastinê yên Amerîkayê hîn jî lêkolînê li ser wê yekê dikin ku Ukrayna dê çawa perwerdeyê li ser mûşekan bibîne û wan çawa bi cih bike.
Çavkaniyan her wiha amaje pê kir ku hîn gelek pirsgirêkên bikaranînê hene ku divê bên çareserkirin da ku Ukrayna karibe mûşekan bi awayekî bibandor bi kar bîne.
Ukrayna dê mûşekan çawa biavêje?
Yek ji pirsên neçareserkirî ew e ku eger Amerîka bide, Ukrayna dê mûşekan çawa biavêje.
Tomahawk bi piranî ji keştiyên leşkerî an jî keştiyên binavê tên avêtin lê hêza deryayî ya Ukraynayê gelekî lawaz bûye, ji ber vê yekê îhtimal heye ku divê ji bejahiyê bên avêtin.
Hêzên Marîns û artêşa Amerîkayê baregehên avêtinê yên bejahî çêkirine ku dibe ku bidin Ukraynayê.
Lê heger Amerîka nexwaze baregehan jî bide, berpirsên Ewropî di wê baweriyê de ne ku Ukrayna dikare çareseriyekê bibîne.
Yek ji berpirsan amaje pê kir ku endazyarên Ukraynayê karîbûn çareseriyekê ji bo bikaranîna mûşekên "Storm Shadow" ên Brîtanyayê bibînin ku di eslê xwe de ji bo avêtina ji balafirên nû yên NATOyê hatibûn çêkirin û pêwîst bû ku li gorî balafirên şer ên kevn ên serdema Sovyetê yên Ukraynayê werin sererastkirin.
Zelenskyy di parvekirineke xwe ya li ser tora civakî ya Xê de ragihand ku Ukrayna hêvîdar e heta dawiya îsal şiyana xwe ya dûravêj berfirehtir bike da ku şer "bi mercên adilane" ji bo welatê wî bi dawî bibe.
Serokê Ukraynayê nivîsandibû, "Cezayên cîhanî û hûrbîniya me ya di lêdanên me de, bi awayekî pratîkî ji bo bidawîanîna vî şerî bi mercên adilane ji bo Ukraynayê hevaheng in.
Pêwîst e hemû armancên kûr heta dawiya salê bi temamî bên diyarkirin, di nav de berfirehkirina şiyana me ya dûravêj jî heye."
Nûvekirina herî dawî: 02:28:52