Serok Barzanî: Planên li ser miletê me ji yên berê metirsîdartir in

Serok Barzanî bal kişan ser metirsiya planên heyî yên li ser Herêma Kurdistanê kir û got, “Plana niha û dijminatiya niha ya li hemberî miletê me ji ya berê gelekî metirsîdartir û mezintir e."

31 Cotmeh 2025 - 10:54
31 Cotmeh 2025 - 10:54
 0
Serok Barzanî: Planên li ser miletê me ji yên berê metirsîdartir in

Li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî li gel hejmareke zêde ya dayik û malbatên şehîdan, Pêşmerge û jinên têkoşer ên parêzgeha Dihokê civiya.

Di wê civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir.

Serok Barzanî rêz û pêzanîna xwe ji bo malbatên şehîdan anîn zimên û got:

“Ji xeynî Xwedê em xwe li ber ti kesî naçemînin, tenê ji bo dayikên şehîdan û malbatên şehîdan em deh caran xwe diçemînin.”

Serok Barzanî her wiha behsa rola jinan a di dirêjahiya dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurd de kir û amaje pê da ku “rola jinan di şoreşan de roleke bibandor e.”

Serok Barzanî got, “Ji Şoreşa Îlonê heta îro jin bûye bav, bûye dayik, bûye mamoste, bûye cotkar.”

Wî her wiha mînaka hejmarek jinên xweragir û qehreman anî bîra amadebûyan û ragihand:

“Ew xebat û qurbanîdana gelê Kurd û rol û wêrekiya jinên Kurd emaneteke mezin e li ser milê me.

Ji ber vê yekê ez çi bibêjim derheqê dayikên şehîdan û kesûkarên şehîdan de, kêm e.”

“Bi her awayî ez dê li pişt we bim”

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi reformên serdema Şêx Ebdulselam Barzanî da û ev yek anî ziman:

“Îro em di sedsala 21ê de ne, dibe ku hîn wekî pêwîst mafên jinan nehatibin dabînkirin lê bila jin bi xwe jî xebateke bêwestan bike û dilniya bin ku ez dê bi her awayî li pişt we bim.”

"Plana niha gelekî metirsîdartir û mezintir e"

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de amaje bi metirsiya planên heyî yên li ser Herêma Kurdistanê kir û ragihand:

“Plana niha û dijminatiya niha ya li hemberî miletê me ji ya berê gelekî metirsîdartir û mezintir e.

Niha bi awayekî bernamekirî dixwazin ku xelkê me û ciwanên me tûşî madeyên hişbir bibin, ev metirsiya herî mezin e.

Dixwazin xelkê me tûşî bêhêvîtiyê bikin û ti hest û girêdanek ji bo niştiman nemîne.”

Ji ber vê yekê ji amadebûyan re ragihand:

“Erkeke mezin li ser milê we ye, divê her jinek zarokê xwe di mala xwe de têbigihîne ku çi planeke metirsîdar li ser me heye.

Eger ciwanên me baweriya wan bi xwe nema, ti doza me namîne.”

“Mûçe ji Enfal û kimyabaranê kêmtir nîne”

Di heman civînê de, Serok Barzanî amaje bi birîna mûçeyê xelkê Kurdistanê kir û ragihand:

“Mûçeyê xelkê Kurdistanê mijareke siyasî ye û wekî kart ji bo jinavbirina Herêma Kurdistanê bi kar anîn.

Ev jî bi çavsorî û rêberiya hinek kesên navxweyî bû ku rê ji Bexdayê re xweş kir û ev ji Enfal û kimyabaranê kêmtir nîne.”

Serok Barzanî tekezî li ser perwerdekirina nifşên niha û yên paşerojê kir ku xwe ji takekesên ti civakên din kêmtir nebînin û divê nifşên me bi wî awayî werin perwerdekirin ku di asteke bilind a hişyariyê de bin.

Di heman gotarê de Serok Barzanî behsa pêwîstiya dîrokî ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û got:

"Di demekê de ku Kurd tûşî bêhêvîtiyê bûbûn, bi damezrandina Partiyê re hêvî ji bo xelkê Kurdistanê vegeriya û PDK berpirsiyariyeke mezin hildigire ser milê xwe û ji berpirsiyariyê nareve û wê tehemul bike.”

 

Ev nûçe bi tevahî 30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:32:11