Hevserokên Şaredariya Akdenîzê hatin berdan
Hevserokên Şaredariya Akdenîzê ya DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û Alîkarê Şaredarê Akdenîzê Ozgur Caglar hatin berdan.

Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û Alîkarê Şaredarê Akdenîzê Ozgur Caglar 10ê Kanûna Paşîn a 2025an bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.
13ê Kanûna Paşîn piştî ku ew bi biryara dadgehê hatibûn girtin Qaymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener li ser Şaredariyê wekî qeyûm hatibû danîn.
Yekemîn rûniştina doza Hevserokên Şaredariya Akdenîzê û Alîkarê wan îro li Dadgeha 2yemîn a Cezayê Giran a Mêrsînê hat kirin.
Dadgehê derbarê Hoşyar Sariyildiz, Nuriye Arslan û Ozgur Caglar de biryara berdanê da.
“Hinceta qeyûm nema”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:
“Hevşaredarên me yên Şaredariya Akdenîzê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û Alîkarê hevşaredarên me Ozgur Çaglar ku bi awayekî kêfî û neyasayî 10 meh in di girtîgehê de bûn hatin berdan.
Hinceta ku qeyûm li ser Şaredariya Akdenîzê hatibû danîn nema.
Niha dem hatiye ku Şaredariya Akdenîzê radestî gel û hevşaredarên me yên DEM Partiyê yên ku hatine hilbijartin Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz were kirin.”
Nûvekirina herî dawî: 01:41:41


































































































































































