Peyama Newrozê ya Netanyahu: Îsal wateyeke taybet a vê cejnê heye
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi boneya Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê ji bo gelê Îranê belav kir.

Netanyahu di peyama xwe de daxwaza “sala azadiyê” kir û bi Farisî got, “Newroz pîroz be.”
“Dê ronahî bi ser bikeve”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di destpêka peyama xwe vîdeoyî de bangî “gelê wêrek ê Îranê” kir û got:
“Wekî her sal, ez destpêkirina demsala cejnê ya ku bi Cejna Ronahiyê dest pê dike li we pîroz dikim.
Ev cejn baweriya kevnar a gelê Îranê nîşan dide ku dê ronahî li hemberî tarîtiyê û başî jî li hemberî xerabiyê bi ser bikeve.”
“Îsal wateyeke taybet a vê cejnê heye”
Netanyahu anî zimên ku îsal wateyeke taybet a vê cejnê heye û pê de çû:
“Vê cejnê bi heval, malbat û hezkiriyên xwe re pîroz bikin.
Ez vê derfetê bi kar tînim û Newrozeke xweş ji we re dixwazim, bila îsal bibe sala azadiyê.”
Peyama bi Farisî
Serokwezîrê Îsraîlê di dawiya peyama xwe de hêviya “destpêkeke nû û tijî hêvî” ji bo hemûyan xwest.
Wî peyama xwe bi zimanên Farisî bi dawî kir û got, "Newroz pîroz, payende Îran. (Newroz pîroz be, her bijî Îran)."
Nûvekirina herî dawî: 13:16:15











































































































































































