Pisporê Rûsî: Dibe Îsraîl bi fermî serxwebûna Kurdistanê binase
Mamostayê Akademiya Zanistên Rûsyayê Stanîslov Îvanov ragihand ku heke Hewlêr serxwebûna xwe ragihîne dibe Îsraîl bi fermî serxwebûna Kurdistanê binase.

Mamostayê Akademiya Zanistên Rûsyayê Stanîslov Îvanov berisva pirsên ajansa Spûtnîkê dan û di axaftina xwe de got: "Dema rêvebiriya Hewlêrê serxwebûna xwe ragihîne dibe Îsraîl bi fermî serxwebûna Herêma Kurdistanê binase."
Her wiha pisporê Rûsî bertekên li hemberî Kurdan aTirkiye û Îranê jî nirxand.
Pisporê rûsî Stanîslov Îvanov bertekên Îran û Tirkiyeyê yên li hemberî referandûma serxwebûna Kurdistanê jî nirxand û di berdewamiya axaftina xwe de got: "Îran û Tirkiye wê sakîn bibin û dê her tişt wekî berê bibe. Ti welatek wê li hemberî Herêma Kurdistanê şer neke û wê sînorê xwe jî negre. Di hiqûqa navneteweyî de girtina deriyên sînor tê wateya şerî."
Nûvekirina herî dawî: 08:41:50