Pizîşkiyan li Sineyê hişyarî da: Em dê Tehranê vala bikin

Mesûd Pizîşkiyan got, eger di demeke kurt de li Tehrana paytexta Îranê baran nebare, dê ji meha bê ve li bajêr av bê birîn û eger ev jî têrê neke, ew dê neçar bimînin ku Tehranê vala bikin.

7 Mijdar 2025 - 10:27
7 Mijdar 2025 - 10:27
 0
Pizîşkiyan li Sineyê hişyarî da: Em dê Tehranê vala bikin

Li gorî nûçeya rojnameya Îtimadê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di serdana xwe ya bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê de di civînekê de axivî û amaje bi pirsgirêkên curbicur ên aborî û civakî yên Îranê kir.

Pizîşkiyan diyar kir ku pirsgirêkên heyî hem encama tedbîrên şaş ên navxwe ne û hem jî bi cezayan ve girêdayî ne û got:

"Giranî û enflasyon xeletiya Meclis û hikûmetê ye.

Xebat hene lê ji ber ku çavkaniyên darayî sînordar in proje nîvco dimînin."

Pizîşkiyan bal kişand ser krîza avê ya ji ber hişkesaliyê û anî ziman:

"Îran niha bi krîzên xwezayî yên wekî kêmbûna baranê û çavkaniyên avê re rû bi rû ye û dibe ku encamên van krîzan giran bin."

Pizîşkiyan tekezî li ser pêwîstiya teseruf û birêvebirineke baştir a di bikaranîna av û enerjiyê de kir û destnîşan kir ku bi taybetî pirsgirêka avê ya li Tehranê di asta alarmê de ye.

"Em dê neçar bimînin Tehranê vala bikin"

Pizîşkiyan li ser pirsgirêka avê ya Tehranê got:

"Eger baran nebare, divê em ji meha bê ve li Tehranê dest bi sînordarkirina avê bikin.

Eger piştî wê jî baran nebare, dê ava me nemîne û em dê neçar bimînin Tehranê vala bikin."

Krîza avê ya li Tehranê

Ava Tehranê ji 5 bendavan tê dabînkirin ku navên wan Lar, Mamlû, Emîr Kebîr, Talîkan û Latyan in û ya herî mezin jî Bendava Emîr Kebîrê ye.

Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ev pênc salên dawî rêjeya baranê bi awayekî cidî kêm bûye.

Amarên saziyên keşnasiyê nîşan didin ku îsal li Tehranê li gorî demsalên normal baran ji sedî 40 kêmtir bariye.

Bi taybetî di mehên bihar û havînê de hema hema qet baran nebariyaye û ev yek bûye sedema kêmbûna rezervên di bendavan de.

Vê rewşê ne tenê di avên sererdê de, di rezervên ava binerdê de jî bûye sedema kêmbûneke cidî.

Birêvebiriya Avê ya Tehranê 20ê Tîrmehê hişyarî da û ragihand ku ji ber hişkesaliyê 5 salên dawî li Îranê, rezervên di bendavên ku avê didin Tehranê de gihîştine asta herî nizm a sedsala dawî.

Havînê car caran li bajêr av dihat birîn.

Serokkomarê Îranê Pizîşkiyan 23yê Tîrmehê di daxuyaniyekê de gotibû ku eger kêmbûna avê ya li Tehranê bi leza heyî berdewam bike û çareserî neyê dîtin, gihandina avê ya xelkê dê ne mumkin be.

Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Avê ya Tehranê Behzad Parsa jî di daxuyaniya xwe ya 3yê mehê de hişyarî dabû ku rezervên bendavan dikarin herî zêde du hefteyên din avê bidin Tehranê.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:44:38