PKK: Gerîla dê sibe gaveke nû ya dîrokî bavêjin

Medyaya nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku gerîlayên wan dê sibe "gaveke dîrokî" bavêjin.

25 Cotmeh 2025 - 17:15
25 Cotmeh 2025 - 17:15
 0
PKK: Gerîla dê sibe gaveke nû ya dîrokî bavêjin

Medyaya nêzîkî PKKyê ragihand: "Di çarçoveya banga Rêber Apo û biryarên Kongreya 12an a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, sibe gerîlayên azadiyê dê gaveke din a dîrokî bavêjin."

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di wê konferansa rojnamegeriyê de dê daxuyaniyeke fermî were xwendin û tê de behsa gava nû ya PKKyê ya ji bo pêvajoya çareseriyê were kirin.

Çavkaniyeke agahdar a ji Herêma Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Gav dê ji aliyê hejmarek gerîlayan ve ji bo pêvajoya aştiyê were avêtin."

Heman çavkaniyê derbarê naveroka peyama konferansa rojnamegeriyê got:

"Tê pêşbînîkirin ku veguhastina komeke gerîlayan a ji herêmekê ber bi herêmeke din ve be."

Her wiha çavkaniyeke payebilind a KCKyê li ser heman mijarê ji Producerê Maseya Kurdistanê ya Rûdawê Dewran Mehmûd re got.

"Konferans dê li quntara Qendîlê li Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê were lidarxistin."

Wê çavkaniyê ragihand, ew "gav dê bibe qonaxa yekem a gaveke praktîkî" ya ji aliyê PKKyê ve.

 

Ev nûçe bi tevahî 140 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:06:09