Hilbijartinên Îraqê: Li Kerkûkê pevçûn derket li Bexdayê 13 namzedan îstifa kir

Li navçeya Pirdeyê ya parêzgeha Kerkûkê, di dema propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê di navbera alîgirên Kurd û Tirkmenan de alozî derket.

25 Cotmeh 2025 - 17:17
25 Cotmeh 2025 - 17:17
 0
Hilbijartinên Îraqê: Li Kerkûkê pevçûn derket li Bexdayê 13 namzedan îstifa kir

Dengê çekan hat bihîstin lê paşê rewş bêyî ku ti ziyaneke canî çêbibe asayî bû.

Piştî derketina aloziyê, hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û rewş hat kontrolkirin. Bûyer li taxa Kurdistanê ya Pirdeyê qewimî ku taxeke Kurdan e.

Eniya Tirkmenan ji YNK û PDKyê dixwaze ku rewşê aram bikin.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê û Berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Kerkûk-Selahedînê Aso Mamend xwest hemû alî rewşê aram bikin.

Erşed Salihî: Yên ku pirsgirêk derxistin ne ji me ne

Serokê Lîsteya Eniya Tirkmenan Erşed Salihî, derengiya şeva borî çû Pirdeyê û li nav alîgirên xwe daxwaza aramkirina rewşê kir.

Salihî got, "Ez bi serkirdeyên YNK û PDKyê re axivîm û min wan re gotiye ku ew kesên aloziyan derdixin, ne alîgirên me ne.

Di nav polîsan de kesek bûye sedema zêdebûna aloziyan."

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah jî heman şevê, daxuyaniyek belav kir û daxwaza aramkirina rewşê kir.

Şaxewan Ebdulah ragihand ku wan peywendî bi Fermandarê Operasyonên Kerkûkê û berpirsên hizbî yên herêmê re kiriye.

Ebdulah teqez kir ku divê hemû alî bi ruhê berpirsiyariyê û bi aqil û mentiqî dan û standin bikin.

PDK: Em bi Serokê Eniya Tirkmenî re hevrê bûn

Rêxistinê Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

PDKyê di daxuaniyê de got, "Di dema aloziyên li Pirdeyê de, me tavilê peywendî bi aliyên pêwendîdar re kir da ku rewşê kontrol bikin û canê welatiyan biparêzin.

Şeva borî, me hevalên xwe agahdar kirin ku xwe ragirin û ti bertekeke tund nîşan nedin û da ku her tişt bi rêya yasayê bê çareserkirin."

PDKyê her wiha got, "Em bi taybetî li gel Serokê Eniya Tirkmenan Birêz Mihemed Senean li ser wê yekê hevrê bûn ku divê rewş bê aramkirin û pirsgirêk bi yasayê bê çareserkirin."

PDKyê ji aliyên pêwendîdar xwest ku rêkarên yasayî wergirin da ku rê li ber ducarebûna van aloziyan bê girtin û teqez kir ku ev kiryar dê bandorê li pêvajoya hilbijartinan nekin.

Namzedeke Kurd: Tirkmen ji derve hatibûn

Namzeda PDKyê ya Kerkûkê Zozik Şêx Letîf a ku di dema bûyerê de li Pirdeyê bû ji ajnsa Rûdawê re axivî.

Zozikê got, "Taxa Kurdistanê ya Pirdeyê sedî sed Kurd e lê çend ciwanên Tirkmen ên ku ez bawer dikim ji derveyî Pirdeyê hatibûn, çûn nav taxê û alîgir provoke kirin."

Zozikê her wiha got ku ciwanên Kurd ti carî tundûtûjî bi kar neanîne û ew Tirkmenên ku ev kar kirine, nûneratiya Tirkmenên Pirdeyê nakin.

Aso Mamend: Hinek aliyên naskirî hewl didin aloziyan derxînin

Berpirsyê YNKyê yê Kerkûk-Selahedînê jî got, "Du-sê roj in, çend kesên girêdayî çend aliyên naskirî li navçeya Pirdeyê hewl didin planan çêkin û aloziyan derxînin û dixwazin bi hincetên cuda rewşa aram a herêmê têk bidin."

Aso Mamend da zanîn ku ew rê nadin ti kesî rewşa aram a Kerkûkê têk bidin û dê rêkarên yasayî li dijî wan kesan bên wergirtin.

13 namzedên partiyekê bi hev re vekişiyan

Li aliyê din, 13 namzedên Partiya Îraqê ya ji bo Çaksaziyê li Bexdayê bi awayekî komî vekişîna xwe ji hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ragihand.

Partiya Îraqê ya ji bo Çaksaziyê ku îsal ji aliyê Ebduletîf Şemerî ve hatiye damezrandin, di destpêkê de bi zêdetirî 70 namzedan dest bi kampanyayê kir lê piştre hejmarek ji namzedên wê vekişiyan.

Pênc ji wan namzedên vekişiyayî di konferanseke rojnamegeriyê de axivîn û nûnerekî wan got:

 "Me gelek sozên xizmetguzariyê dabûn xelkê lê şiyana me ya bicihanînê nîne, ji ber ku arasteya partiyê guheriye.

Armanca wê tenê komkirina dengan e, ne bi awayekî pratîkî bicihanîna bernameya xwe ye."

Namzedekî vekişiyayî yê bi navê Nezar Talib Ubeydî jî got ku wan di destpêkê de bawer dikir ku armancên partiyê cuda ne lê paşê ji bo wan diyar bû ku partiya wan sozên derew dide.

Li gorî Nezar Talib Ubeydî partiya wan rastiyan vedişêrê û ev jî bû sedem ku ew biryara vekişînê bidin.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:42:43