PKK li Şengal û derdora wê xendek û tunelan çêdike

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dest bi kolandina xendek û tûnêlan li Şingalê kiriye, bo amadekariya şerekî mezin li egera cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û hewla hêzên Iraqî bo kontrolkirina temamê navçeyê.

8 Hezîran 2022 - 07:26
8 Hezîran 2022 - 07:26
 0
PKK li Şengal û derdora wê xendek û tunelan çêdike

Berpirsê Liqê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Aştî Koçer ji BasNewsê re got: “PKK li Xanesûr, Sinûnê û Şingalê dest bi çêkirina xendek, tunel, sîwan û xalên nû yên pişkinînê kiriye. zirareke mezin da aramiya herêmê.Piştî şer û pevçûnên navbera PKK û artêşa Iraqê li Şingalê, PKKê bi agahiya milîsên Heşdî Şeibî û grûpên neyasayî ji Rojavayê Kurdistanê hêz anîne Şingalê û di encamê de hejmarek serkirdeyên wan li Şingalê hatine kuştin. gumanan çêdike ku agahî di nav PKKê de derketine.”

Herwiha Aştî Koçer got ku bi hewlên "hinek aliyên kurdî û iraqî", fişar li ser Bexda û serokwezîrê Iraqê hatiye kirin ku ji cîbicîkirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo aramkirina rewşa Şingalê paşde vekişe Sûriye.

Herwiha Aştî Koçer dibêje, PKK xwe ji bo şerekî mezin li devera Şingalê amade dike.

Pêştir kurdên şîe û berpirsên herêmê ragehandibûn ku, PKK hemû hewlên xwe dide ku Şingalê di bin kontrola xwe de bihêle û ji bo vê mebestê jî amade ye hemû kurdên şîe wek sotemenî bo şerê xwe bikar bîne.

Di dema borî de, artêşa Iraqê çendîn caran hewl da PKKê ji Şingalê derbixe û navçeyê kontrol bike, lê fişarên siyasî ji aliyekî ve û piştevaniya Heşdî Şeibî ji PKKê ji aliyê din ve, bi hezaran kes ji xelkê Şingalê koçber bûn û ji Şingalê û derdora wê derket

Ev nûçe bi tevahî 648 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:06:33