Polîsên Îranê ketin kemînê, herî kêm 5 kuştî
Medyaya Îranê ragihand ku li başûrrojhilatê welêt di kemînekê de herî kêm 5 polîsên Îranê hatine kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, êrişkarên ku nasnameya wan ne diyar e li nêzîkî bajarê Îranşehrê yê parêzgeha Sîstan-Belûçistanê daye dû şopa tîmên dewriyeyê.
Ajansê ji zarê polîsan belav kir ku, di vê êrişaê de “5 xizmetkarên ewlehî û aştiyê" mirine.
Polîsan diyar kir ku dema êriş hatiye kirin polîs li ser dewriyeya asayî bûne.
Medyaya Îranê wêneyekî pîkapeke polîsan weşand ku şûnên guleyan pê ve ne û li kêleka wê term li erdê ne.
Ajansa Farsê ragihand ku ji bo "şopandin û naskirina" êrişkaran operasyonekê dest pê kiriye.
Paşê, koma cîhadî ya Sunî Ceyş el-Edlê (Artêşa Dadê) di peyamekê de li ser sepana Telegramê berpirsyariya êrişê li xwe girt.
Îran bi awayekî periyodîk, li Sîstan-Beluçistanê kemînên kujer ên li dijî polîs an endamên Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî radigihîne.
Rayedar ji ber êrişên bi vî rengî komên çekdar ên Sunî yên wekî Ceyş el-Edlê tohmetbar dikin.
Rayedaran hefteya borî ragihandibû ku hêzên ewlehiyê di têkbirina hewldaneke êrişê de 7 endamên koma Ensar el-Furqanê kuştine.
Her wiha di êrişekê ku paşê Ceyş el-Edlê berpirsyariya wê girtibû ser xwe de jî polîsek hatibû kuştin.
Parêzgeha Sîstan-Belûçistanê li ser sînorê Pakistan û Efxanistanê ye û demeke dirêj e navenda pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û komên çekdar de ye.
Li parêzgehê kêmneteweyeke mezin a Belûçên Sunî dijî û ew yek ji herêmên herî xizan ên Îranê ye ku piraniya şêniyên wê Şîe ne.
Nûvekirina herî dawî: 13:46:59