Pêşmerge Koordînat da; balafirên Koalîsyonê lêxist

Balafirên şer yên Hêzên Koalîsyonê li Rojavayê Kerkûkê li çekdarên DAIŞê dan û çend çekdar kuştin.

22 Tîrmeh 2017 - 06:27
22 Tîrmeh 2017 - 06:27
 0
Pêşmerge Koordînat da; balafirên Koalîsyonê lêxist

Fermandariya Hêzên Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihandiye, şeva borî balafirên şer yên hêzên Hevpeyman li gundên Etşane û Rubêze yên Hewîcê dan û du navendên DAIŞê wêran kirin, di wê êrişê de komek çekdar hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku tîma îstixbaratê ya Pêşmerge agahî li ser navend û çeperên DAIŞê dabûn hêzên hevpeyman wan jî ew der bordûman kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1751 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:34:26