Daxûyaniya Demîrtaş jibo mamoste Necmettîn !

Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş peyameke xwe de, kuştina mamoste Necmettîn Yilmaz ji aliyê PKKê ve şermezar kir.

22 Tîrmeh 2017 - 07:20
22 Tîrmeh 2017 - 07:20
 0
Daxûyaniya Demîrtaş jibo mamoste Necmettîn !

Demirtaş di peyama xwe de got, "Ez kuştina mamoste Necmettîn şermezar dikim. Bê dudilî qetilkirina mamoste Necmettîn şermezar dikim û nahletê li wan tînim. Tu hinceteke rewa û mafdar û ehlaqî ya vê wehşetê nîne. Jê re Xweda rehmetê, ji hezkiriyên wî re sebrê dixwazim."

Hevserokê HDPê herwiha destnîşan kir, "Ez derdibirim ku em qebûl nakin ji kujeriyên wiha re bêdeng bimînin."

Mamoste Necmettîn Yilmaz li navçeya Pulumur a Dersîmê piştî ku hatibû revandin, termê wî li ber çemekî kuştî hatibû dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 1771 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:27:59