Pêşmerge li Kerkûkê ket teyyakûzê

Piştî ku rêxistina Haşdî Şabî derengê şevê ji bo ku êrişî Kerkûkê bike hêza xwe xiste gundê Beşîr ê Taze, hêza Pêşmerge û sivîlên Kerkûkê ketin teyaqûzê.

13 Cotmeh 2017 - 04:15
13 Cotmeh 2017 - 04:15
 0
Pêşmerge li Kerkûkê ket teyyakûzê

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi 6 hezar Pêşmerge re û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd jî bi hêzeke mezin a Pêşmerge ber bi bajarê Kerkûkê ketin rê.

Mihemed Hecî Mehmûd piştî gihîştina Kerkûkê di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Ti niyeteke me ku em bortek axa Kurdistanê bidin ti kesî tuneye. Hêza Pêşmerge wê bersiva her êrişê bi wêrekî bide. Kerkûk pîroziya Kurdistanê ye. Bila ti kes hewla dagirkirina Kerkûkê neke, Pêşmerge hetanî dawiya dilopa xwîna xwe dê Kerkûk û Kurdistanê biparêze."

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer ê koalîsyona hevpeymanan jî li herêmê li ser eniyên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê bênavber firiyan.

Ev nûçe bi tevahî 1075 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:14:38