PWK: Cejna Rojîya Êzî Ya Kurdên Êzdî Pîroz Be
19 Berfanbar 2025 - 11:44
19 Berfanbar 2025 - 11:44
0
Em hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina êş û elemên hemû xuşk û birayên me yên kurdên êzdî.
Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicîh anîna hemû mafên kurdên êzdî, ji bo alandina hemû êşên xuşk û birayên me yên êzdî dê bernameyên taybet bicîh bînin.
Em Cejna Rojîya Êzî ya xuşk û birayên xwe yên kurdên êzdî yên li Kurdistanê û yên li hemû cîhanê pîroz dikin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Etîketan:
Ev nûçe bi tevahî 79 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:30
Nûvekirina herî dawî: 13:18:30