Qezaya trafîkê: 4 kesên ji Rojavayê Kurdistanê mirin

Di qezayeke trafîkê de 4 kesên ji Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

16 Avrêl 2024 - 09:04
16 Avrêl 2024 - 09:04
 0
Qezaya trafîkê: 4 kesên ji Rojavayê Kurdistanê mirin

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku li ser rêya Şam-Himsê otobûseke rêwiyan a Kompanyaya Rafîdeynê ku xelkê Rojavayê Kurdistanê de tê de bûn wergeriya.

Di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 21 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyên kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

Sedema wê qezaya trafîkê leza zêde bûye û otobûs ji ber baranê ji rê derketiye.

 

Ev nûçe bi tevahî 1254 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:19:57