Referandûm tê wateya avakirina bajêrê Şingal !

Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl bilêvkir ku birêvebirina referandûmê, tê wateya ji nûve avakirina Şingalê ye û xizmeteke mezin ji bo wî bajarî ye.

21 Tîrmeh 2017 - 10:47
21 Tîrmeh 2017 - 10:47
 0
Referandûm tê wateya avakirina bajêrê Şingal !

Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji xelkê wî bajarî kir, ku piştgîriyê li proseya referandûma serxwebûnê bikin û got: “Masterplaneke stratejîk bo avadankirina Şingalê û vegera xelkê ji wî bajarê re amade kiriye.”

Miheme Xelîl daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir jî, hevkariya zêdetir pêşkêşî xelkê Şingalê bike, bo xelkê wê vegerin ser mal milkên xwe û ew bajar bê avadankirin.

Ev nûçe bi tevahî 1164 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:16:56