Rêveberiya Xweser: Hilbijartin ne demokratîk in û vîna Sûriyan nîşan nadin
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand, ew hilbijartinên parlamentoyê yên li Sûriyeyê bi ti awayî nas nakin û ew wek "berdewamiya siyaseta paşguhkirin û dûrxistinê" dibînin. Herwiha bang li Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî kir ku van hilbijartinan nas nekin.

Rêveberiya Xweser doh 24ê Tebaxê di daxuyaniyê de got, pêvajoya siyasî ya heyî armancên Şoreşa Sûriyê pûç dike û pêngavên wek Konferansa Diyalogê, hikûmeta demkî û van hilbijartinan, li dijî daxwazên gel ên ji bo edalet, demokrasî, wekhevî û azadiyê ne.
"Mafê gelê Sûriyeyê tê dizîn"
Daxuyaniyê bal kişand ser qurbaniyên gelê Sûriyeyê û got: "Gelê Sûriyeyê ji bo bidestxistina mafên welatîbûna rasteqîn, di serî de mafê namzedbûn û hilbijartinên azad û dadmend, canê xwe feda kir. Lê em dibînin ku dîrok xwe dubare dike û careke din ev maf ji hemû Sûriyan tê standin. Ev hilbijartin ne demokratîk in û bi ti awayî îradeya gelê Sûriyeyê nîşan nadin."
"Nîvê gelê Sûriyeyê hatiye dûrxistin"
Rêveberiya Xweser diyar kir, lidarxistina van hilbijartinan di vê demê de, tê wateya dûrxistina nêzîkî nîvê gelê Sûriyeyê ji vê pêvajoyê. Herwiha got: "Bi milyonan kes ji ber koçberiya neçarî û polîtîkayên sîstematîk nikarin beşdar bibin. Ev dûrxistin bi serê xwe delîlek eşkere ye ku ev hilbijartin tenê pêngaveke rûkeş e û bersivê nade pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya berfireh."
Rêveberiya Xweser îdiaya ku dibêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "ne ewle ne" bi tundî hat redkirin û got: "Ev hinceteke derewîn e ji bo înkarkirina îradeya zêdeyî pênc milyon Sûrî. Berevajî vê, herêmên me ji deverên din ên Sûriyeyê ewletir in."
Banga li Civaka Navdewletî
Rêveberiya Xweser got jî: "Em, wek beşekî resen ê Sûriyeyê, her biryareke ku bi hişmendiyeke yekalî were dayîn red dikin. Em ê bi encamên van hilbijartinan ve girêdayî nebin. Em bang li Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî dikin ku van hilbijartinan nas nekin, ji ber ku ew li dijî biryara 2254 a Encûmena Ewlekariyê ne."
Daxuyanî bi tekezkirina li ser çareseriyeke siyasî ya giştî bi dawî bû, ku tê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi awayekî azad beşdar bibin, da ku bigihîjin "Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî."
Nûvekirina herî dawî: 13:05:20