Serok Barzanî sersaxiyê ji malbata û hevalên Seyîd Kake re dixwaze
Serok Barzanî di peyamekê de ji ber wexera dawiyê ya Seyîd Kake sersaxî ji malbat, kesûkar, heval û nasên wî re xwest û got, “Ez xwe hevparê xema wan dibînim.”

Serok Barzanî doh peyameke sersaxiyê weşand û tê de got, "Bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya xebatker û têkoşerê gelê me rêzdar Seyîd Kake gihîşt me.”
Di wê peyamê de hatiye gotin ku, Seyîd Kake Pêşmergeyek, welatparêzekî bêwestan, endamê berê yê Parlementoyê, endamê berê yê Komîteya Navendî ya PDKê û xwediyê Mîdalyaya Barzanî bû.
Her di peyama amaje hatiye dan, “Ew yek ji kesatiyên navdar û şoreşger ên Kurdistanê bû ku, jiyana xwe ji bo xebat û têkoşînê pêxemetî mafên rewa yên gelê me terxan kir û di hemî qonaxan de rol û erkê xwe bi dilsozî û bi layiqî lîstiye.”
Serok Barzanî herwesa di peyama xwe de sersaxiyê ji malbat, kesûkar, heval û nasên Seyîd Kake û hemî têkoşer û xebatkerên Kurdistanê re dixwaze û xwe hevparê xema wan dibîne.
Serok Barzanî her di wê peyamê de got, "Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Seyîd Kake bi bihuşta berîn şa bike û sebir û hedarê bi hemî kesan jî bide.”
Pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û kesatiyê navdar ê bajarê Hewlêrê Seyîd Kake îro (Yekşem, 24ê Tebaxa 2025ê) di jiyê 93 saliyê de wexera dawiyê kir.
- Kake Îsmaîl Omer Xidir ku bi navê Seyîd Kake tê nasîn li sala 1932ê li bajarê Hewlêrê hatiye ser dinyayê.
- Dibistana seretayî qedandiye û li sala 1953ê tevlî serhildana cotkarên deşta Hewlêrê a li dijî derebegan bûye.
- Li 6ê Îlona 1961ê bi merema rêgirtina li polîsên Iraqê, ku ji bo şkandina greva bajarê Hewlêrê ji deşta Kerkûkê dihatin bajarê Hewlêrê, tevlî greva Şêrawayê bû ku ji hikûmeta Iraqê daxwaza mafên neteweyî yên Kurdan dikir.
- Li sala 1975ê, piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê, ew wekî penaber reviya Îranê. Her di wê salê de, ew vegeriya Herêma Kurdistanê û ji aliyê rayedarên Beisê ve bi malbata xwe re ji bo Rumadiyê li rojavayê Iraqê hate sirgûnkirin.
- Li sala 1988ê, piştî qonaxên Enfalê, ew wekî penaber çû Komara Îslamî ya Îranê. Ew bi Kurdî, Erebî û Farisî şareza bû. Wî pirtûkek bi navê Bîranînên Pêşmergeyekî nivîsand.

Nûvekirina herî dawî: 13:03:54