Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan

Li gorî agahiyên piştrastkirî, doh (11ê Adara 2026an) li parêzgehên Sine û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 17 baregeh û saziyên leşkerî yên hêzên Îranê hatin bombebarankirin.

12 Adar 2026 - 11:06
12 Adar 2026 - 11:06
 0
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan

Li gorî agahiyên piştrastkirî, doh (11ê Adara 2026an) li parêzgehên Sine û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 17 baregeh û saziyên leşkerî yên hêzên Îranê hatin bombebarankirin.

Êriş herî zêde li ser parêzgeha Sineyê bûn.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, hêzên Supaya Pasdaran hinek baregehên sînorî yên li parêzgehên Kirmaşan û Sineyê vala kirine.

Li Sineyê êrişên dijwar

Doh li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Merîwan, Dîwandere û Qurweyê, baregeh û saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê bûn armanca êrişên asmanî.

Li bajarê Sineyê, leşkergeha Îmam Elî ya Supaya Pasdaran a li herêma Doşanê hat armanckirin.

Ev leşkergeh ji destpêka şer ve çend carên din jî hatibû bombebarankirin.

Her wiha êrişî navenda polîsan a “hejmar 12” a li nav bajarê Seqizê û baregehên Supayê yên li bajarok û gundên Sunete, Hesen Selaran, Sahêw û Kesnezanê hat kirin.

Li bajarê Merîwanê jî Fermandariya Parêzvanên Sînor a li nêzîkî Qada Newrozê, baregeheke Supa û Besîcan a li gundê Bîkereyê û baregeha li Kanî Dînarê hatin bombebarankirin.

Li Baneyê baregehên sereke yên Supaya Pasdaran, Artêş û Pasewanên Sînor û baregeha polîsan a li gundê Reşeqelayê bûn hedef.

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:08:33