Rûsya: Divê 'Kurdistana Sûriyeyê' vegere nav çarçoveya qanûnî

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê ji ajansa Rûdawê re got, “Divê Kurdistana Sûriyeyê vegere nav çarçoveya qanûnî, divê yekparçeyiya axa Sûriyeyê were parastin.”

13 Berfanbar 2025 - 10:59
13 Berfanbar 2025 - 10:59
 0
Rûsya: Divê 'Kurdistana Sûriyeyê' vegere nav çarçoveya qanûnî

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê pirsên ajansa Rûdawê yên li ser rojevê bersivandin.

Zakharovayê ragihand ku şirketên Rûsyayê yên li Herêma Kurdistanê karên xwe didomînin.

Wê derbarê Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin wê yekê ku ew herêm vegere bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê.

Maria Zakharovayê di bersivên xwe de bal kişand ser projeyên enerjiyê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û diyar kir ku ew dê tevî zextên welatên Rojavayî jî xebatên xwe bidomînin.

Zakharovayê li ser pirsa derbarê bernameya nukleer a Îranê jî Amerîka û Îsraîl bi "kiryarên tawankar" tohmetbar kirin.

Pirs û bersivên Rûdawê û Maria Zakharovayê:

Rûdaw: Hûn Kurdistanê ji bo xebata şirketên xwe wekî cihekî guncav dibînin?

Maria Zakharova: Kompanyayên aborî yên Rûsyayê yên li Îraqê, Herêma Kurdistanê jî tê de, ji mêj ve û bi awayekî berhemdar kar dikin. Ew, bi taybetî gelek projeyên hevbeş pêk tînin, di serî de jî di sektora petrol û gazê de. Em hêvî dikin ku ev çalakî berdewam bikin, tevî zextên berdewam ên welatên Rojavayî yên li ser Rûsyayê.

Derbarê Kurdistana Sûriyeyê de, ez dixwazim bi bîr bînim ku Rûsya bi berdewamî piştgiriyê dide wê yekê ku bakurrojhilatê Sûriyeyê vegere nav çarçoveya qanûnî ya yekgirtî ya wî welatî (Sûriye). Em bawer dikin ku divê hemû nakokiyên têkildarî vê herêma Sûriyeyê li ser bingeha rêzgirtina bê şert û merc a ji bo yekparçeyiya axa Komara Erebî ya Sûriyeyê werin çareserkirin.

Li gorî helwesta me ya bingehîn, pirsgirêkên dualî yên heyî, perspektîvên hevkariya karsaziyê jî tê de, ji hêla aliyê Rûsyayê ve bêyî îstîsna di çarçoveya têkiliyên fermî de bi nûnerên rêveberiya Sûriyeyê re têne nîqaşkirin. Ji bo van armancan, bi awayekî çalak mekanîzmaya Komîsyona Daîmî ya Hevkariya Bazirganî, Aborî, Zanistî û Teknîkî ya Rûsya-Sûriyeyê tê bikaranîn ku civîna wê 28ê Çiriya Pêşîn a îsal de li Moskowê pêk hatiye.

Îranê piştî şerê hezîranê rê neda ku mufetişên IAEAyê herin cihên nukleer. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Maria Zakharova: Hêjayî zelalkirinê ye ku kontrola Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya li Îranê piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê jî pêk hatiye. Xebatên wiha, wekî nimûne, li Buşehrê û her wiha li çend cihên din ên ku nehatine lêdan jî hatine kirin.

Bi qasî ku em dizanin Îranê, pêşniyara gengaziya berfirehkirina gav bi gav a qada vekolînên Ajansê kiriye. Pêwîst bû peymana di navbera Îran û IAEAyê de ya ku 9ê Îlonê li Qahîreyê hatiye îmzekirin, şert û mercên ji bo vê yekê biafiranda lê belê, eşkere bû ku ev yek bi kêrî dijberên Tehranê nehatiye.

Bê guman, xebata Ajansê li Îranê xwedî hinek taybetiyên xwe ne û ew jî bi encamên rasterast ên êrişên hezîranê yên li ser cihên di bin kontrola IAEAyê de girêdayî ne. Rastî ev e ku Washington û Qudsa Rojava (hikûmeta Îsraîlê) bi kiryarên xwe yên tawankar û bêperwa ne tenê tevahiya herêmê anîn ber karesateke mezin a bi encamên radyolojîk û mirovî yên cidî lê di heman demê de pêkanîna tedbîrên piştrastkirinê yên Peymana Garantiyê ya ku di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Ajansê de hatine destnîşankirin jî têk birin.

Em tevgera aliyê Îranê teqdîr dikin ku tevî gefên derve û êrişên domdar ên ji aliyê dijberên curbicur, Tehran bi awayekî bibiryar bi erkên xwe yên di çarçoveya Peymana Nebelavkirina Çekên Nukleer (NPT) û Peymana Garantiyên Berfireh de pêbend dimîne.

Tefetîşên IAEA yên li Îranê, wekî prensîp, dikarin werin kirin lê pêdiviya wê bi biryara Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî heye. Em hêvî dikin ku Ajans dê ji derfetên heyî sûdê wergire û hevkariyeke avaker bi Tehranê re bidomîne, nekeve davika provokasyonên aliyên ku bi her awayî li hincetên ji bo êrişeke nû digerin.

Em her wiha daxuyaniyên birêkûpêk û vekirî yên Birêvebirê Giştî yê IAEA Rafael Grossi jî tomar dikin ku dibêje Ajansê ti agahî li ser pêşvebirina çekên nukleer ên Îranê bi dest nexistine.

Em bawer dikin ku ev nirxandin bi awayekî cidî hewldanên hilweşîner ên wan welatan qels dike û bêwate dike, yên ku bi dehsalan e gefa xeyalî ya bernameya nukleer a Îranê îstîsmar dikin û jê sermayeya siyasî ya gumanbar bi dest dixin.

 

Ev nûçe bi tevahî 21 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:03:31