Rêya Dihok û Mûsilê vebû

Rêya Dihok û Mûsilê ku ji ber êrişên milîsên Heşda Şeibî demek berê hatibû girtin dîsa vebû.

4 Çile 2018 - 05:27
4 Çile 2018 - 05:27
 0
Rêya Dihok û Mûsilê vebû

Rêya Dihok û Mûsilê ji aliyê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat vekirin. Rê piştî êrişên 16ê Cotmehê yên milîsên Heşda Şeibî hatibû girtin.

Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê rêya Dihok û Mûsilê ji bo sivîl û wesayîtan vekir. Piştî ku Wezareta Pêşmerge rêya ku di bin kontrola wê de bû vekir, Heşda Şeibî jî ji aliyê xwe ve rê vekir û niha sivîl û wesayît dikarin çûnûhatinê bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1704 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:07:53