Şam: Vebijêrkên li gel HSDyê kêm bûne
Şêwirmendekî Serokkomarê Sûriyeyê ragihand ku vebijêrkên li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kêm bûne û got, “Divê HSD berpirsyariya bicihneanîna Peymana 10ê Adarê bigire stûyê xwe.”

Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, Ehmed Muwefeq Zêdan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:
"Vebijêrkên li gel HSDyê kêm bûne. Divê ew hêz berpirsyariya bicihneanîna wê peymanê bigire stûyê xwe ku 10ê Adara borî îmze kiribû."
Şêwirmendê Ehmed Şer amaje bi wê yekê kir ku "Her kes dibîne ku li navxwe piştgiriyeke mezin ji bo serdema nû heye û ev yek di ahengên salvegera yekemîn a serkeftinê de xuya bû."
Zêdan her wiha got, "Pêşwaziya navneteweyî ya li Sûriyeya nû heye ku dirûşma wê veberhênana rasteqîn a di avakirin û bipêşketinê de ye."
Ev gotinên Ehmed Zêdan di demekê de ne ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî 24ê mehê di civîna Desteya Şêwirmendiyê ya Komîteya Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser a bi Şamê re de axivîbû.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:03








































































































































































