Şanda hikûmeta Kurdistanê çû Bexdayê

Dê li ser mijara neft û gaza Kurdistanê hevdîtin bike

6 Hezîran 2022 - 04:14
6 Hezîran 2022 - 04:14
 0
Şanda hikûmeta Kurdistanê çû Bexdayê

Şandeka hikûmeta Kurdistanê ber bi Bexdayê ve bi rê ket û dê li ser mijara neft û gaza Kurdistanê bi berpirsên Bexdayê re hevdîtin bike.

Şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya serokê dîwana encumena wezîran, Umêd Sebah vê sibehê çû Bexdayê.

Şanda hikûmeta Kurdistanê dê li ser neft û gaza Kurdistanê bi taybet biryara dadgeha federal ya Iraqê bi berpirsên hikûmeta federal re hevdîtin bike.

Ji bilî Umêd Sebah, wezîrê hikûmetê bo karûbarên Bexdayê, Xalid Şiwanî û serokê dîwana çavdêriya darayî ya Kurdistanê, Xalid Çawişlî jî di nav şandê de ne.

Ev nûçe bi tevahî 787 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:09:54