Şandeka hikûmeta Iraqê tê Hewlêrê

Şandeka pilebilind ya hikûmeta Iraqê tê Hewlêrê û bi rayedarên Kurdistanê re hevdîtin dike.

27 Tebax 2019 - 08:04
27 Tebax 2019 - 08:04
 0
Şandeka hikûmeta Iraqê tê Hewlêrê

Li gorî agahiyên BasNewsê, şandeka hikûmeta Iraqê dê sibê (28 vê mehê) bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê Yasîn Yasirî tê Hewlêrê.

Tê gotin ku şanda Iraqî dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re li ser çawaniya çareserkirina arîşeyan hevdîtin bike.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Îsa Faris jî beriya niha ji BasNewsê re gotibû, şandeka Kurdistanê jî dê serdana Bexdayê bike.

Ev nûçe bi tevahî 993 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:22:46