Şaredarê Beyogluyê jî di nav de derbarê 44 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn
Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, Şaredarê Beyogluyê Înan Guney jî di nav de 40 kes hatin desteserkirin.

Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê gelek kesan de dabû destpêkirin berdewam dike ku Ekrem Îmamoglu jî di nav wan de ye.
Ew kes bi tohmetên wekî, "birêvebiriya rêxistina sûcê", "endamtiya rêxistina sûcê", "sextekarî", "bertîl", "bidestxistina neqanûnî ya daneyên kesane" û "sextekariya di îhaleyê de" tên tometbarkirin.
Di vê çarçoveyê de hat tespîtkirin ku 35 gumanbarên ku Şaredarê Beyogluyê Înan Guney jî di nav wan de ye, di nava Medya A.Ş, Kultur A.Ş. û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de tevlî gelek karên sextekariyê bûne û pêwendiya wan bi gumanbar Murat Ongun û gumanbarê fîrarî Emrah Bagdatli re heye.
Her wiha polîsan di çarçoveya beşa medyaya civakî ya rêxistina sûcê de 9 gumanbarên din jî destnîşan kirin ku di bin kontrola Ongun de kar dikirin û pêwendiya wan bi Bagdatli re hebû.
Derbarê 44 gumanbarên ku nasnameyên wan hatin eşkerekirin de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Şaredarê Beyogluyê jî hat desteserkirin
Polîsan di operasyoneke hevdemî de bi ser gelek malan de girt û Şaredarê Naçveya Beyogluyê ya Stenbolê Înan Guney jî di nav de 40 gumanbar desteser kirin.
Nûvekirina herî dawî: 10:50:23