Sererkanê Îsraîlê: Em amade ne dîsa êrişî Îranê bikin

Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir gefa wê yekê xwar ku eger pêwîst bike ew dikarin êrişên nû li Îranê bikin.

15 Tebax 2025 - 09:56
15 Tebax 2025 - 09:56
 0
Sererkanê Îsraîlê: Em amade ne dîsa êrişî Îranê bikin

Li gorî nûçeya rojnameya Yedioth Ahronotê, Sererkan Zamir di merasîmeke leşkerî de ya li Baregeha Glilotê ya li Tel Avîvê axivî û got, Îsraîl amade ye ku eger pêwîst bike careke din êrişî Îranê bike.

Gefên Sererkan Zamir, tenê rojekê piştî rexneyên Serokê Encumena Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê Elî Laricanî hatin ku wî di serdana xwe ya Beyrûtê de gotibû Îsraîla ku êrişî Libnanê dike "bûye wekî ajelekî hov."

Zamir anî zimên ku artêşa Îsraîlê li Îranê, li Libnanê li Hizbulahê û li Yemenê jî li Hûsiyên ser bi Îranê ve daye û got, "Em amade ne ku dema pêwîst bike careke din êriş bikin."

Zamir şerê Îsraîl û Îranê yê ku di meha hezîranê de 12 rojan ajot wekî "şerekî pêşîlêgir bi nav kir ku armanca wî ew bû ku gefeke li ser hebûnê ji holê rake berî ku bibe xetereyeke rasteqîn."

Laricanî Îsraîl wekî "ajel" bi nav kiribû

Serokê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Laricanî, di çarçoveya serdana xwe ya Beyrûtê de bi rayedarên Libnanî re civiyabû.

Laricanî amaje bi êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê kiribû û gotibû, "Îsraîl îro bûye wekî ajelekî hov û Hizbulah li hemberî vî ajelê hov disekine."

Pêvajoya şer a ku bi êrişên tund ên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir

Îsraîlê 13ê Hezîranê li gelek bajarên Îranê êrişên berfireh pêk anîbûn û di serî de tesîsên nukleerî û fermandariya bilind a artêşê kiribû hedef.

Di êrişan de Serkanê Îranê, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran, hinek fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerî hatibûn kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de bi giştî 606 sivîlan canê xwe ji dest daye û 5 hezar û 332 kes jî birîndar bûne.

Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê jî diyar kir ku di bersivdana Îranê de 28 kes hatine kuştin û hezar û 272 kes jî birîndar bûne.

Amerîkaya ku bi awayekî eşkere piştgirî da Îsraîlê, 22yê Hezîranê êrişî 3 tesîsên nukleerî yên Îranê yên li Netenz, Fordo û Îsfehanê kir.

Îranê jî wekî bersiv 23yê Hezîranê êrişî Baregeha Esmanî ya El-Udeydê ya Amerîkayê ya li Qeterê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîranê ragihand ku di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest pêk hatiye.

 

Ev nûçe bi tevahî 17 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:59:14