Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte piştgiriya xwe ya tam ji bo siyaseta Donald Trump a li beramberî Îranê diyar kir.

24 Hezîran 2026 - 10:55
24 Hezîran 2026 - 10:55
 0
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe

Mark Rutte hişyarî da ku bidestxistina çekên atomê ji aliyê Tehranê ve, dê bibe sedema karesateke mezin ji bo herêmê û cîhanê.

Rutte tekez kir ku di vê mijarê de ew bi temamî li pişt hewildanên Serokê Amerîkayê ye.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala Fox News a Amerîkayî de ragihand ku destûrdana Îranê ji bo bidestxistina çekên atomê dê encamên metirsîdar li pey xwe bîne.

Rutte got, “Ev ê ji bo herêmê û ji bo hemû cîhanê jî wêranker be.”

Wî her wiha pesnê hewldanên Donald Trump da ku tekez dike divê Tehran ti carî nebe xwediyê çekên atomê.

"Eger Îran bigihe çekên atomê dê çi bibe?"

Sekreterê Giştî yê NATOyê di axaftina xwe de pirseke wiha ji temaşevanan pirsî:

"Gelo hûn dikarin xeyal bikin bê ka eger destê Îranê bigihe çekên atomê dê çi bibe?"

Rutte ducare kir ku hevpeymaniya NATOyê di vê mijarê de bi heman nêrîna Washingtonê re ye û got, “Ez di vê pirsê de bi temamî li pişt Serok Trump im.”

 

Ev nûçe bi tevahî 30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:58:29