Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike

Serok Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê li Îraqê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên deverê û rewşa ewlehiyê û bizavên parastina seqamgiriyê dike.

13 Adar 2024 - 09:56
13 Adar 2024 - 09:56
 0
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike

Baregayê Barzanî belav kiriye, “Serok Barzanî îro (Çarşem, 13.03.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir û her du aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartina Serokê Civata Nûnerên Îraqê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û biryarên Dadgeha Federalî li hev guhertin”.

Herwesa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê jî mijarên tewerekî din ê hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 762 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:49:40