Serok Barzanî 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vekir

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemî 08.03.2023an, 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vekir û tê pêşbînîkirin ku di pêşangehê de çalakiyên cuda bên lidarxistin.

8 Adar 2023 - 06:09
8 Adar 2023 - 06:09
 0
Serok Barzanî 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vekir

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemî 08.03.2023an bi amadebûna Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, Serokê Encûmena Dadweî ya Iraq Federal Fayiq Zîdan, siyasetmedar Eyad Elawî, Serokê Dezgeha Meda ya Ragihandinê Fexrî Kerîm û hejmarek konsul û nûnerên welatan, nivîskar û hunermendan, 15mîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vekir.

Çapa herî dawî, sê sal berê hatibû lidarxistin ku ji ber belavbûna pandemiya Koronayê, 3 salan nehatibû vekirin.

Di çapa îsal dêdetirî 350 weşanxaneyên Herêma Kurdistanê, Îraqî, Erebî û Navdewletî de beşdar in, ku dê zêdetirî milyonek sernav bên pêşkêşkirin.

Di rojên pêşangehê de dê hejmareke ji ya çalakiyên çandî û hunerî werin lidarxistin û kesayetiyên çandî, wêjeyî û hunerî yên derveyî Iraqê jî dê amade bin.

Tê çaverêkirin ku çalakiyên Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan heta roja 18ê Adarê berdewam be.

Ev nûçe bi tevahî 923 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:13:13