Serok Barzanî bi şanda Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê re civiya

Di çarçoveya civîna Serok Barzanî û şanda Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê de, tekez li ser yekrêzî, tebayî û siyaseta hevpar di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê de û li gorî awayê diyalog û hevfêmkirina di navbera aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyeyê de hat kirin.

27 Mijdar 2025 - 12:08
27 Mijdar 2025 - 12:08
 0
Serok Barzanî bi şanda Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê re civiya

Serok Mesûd Barzanî doh (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê bi Sekreter û endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê re civiya.

Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de got ku, di wê civînê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî û pêşketinên dawiyê yên Sûriyeyê li hev hatin guhertin.

Li gorî wê daxuyaniyê, her di wê civînê de tekez li ser yekrêzî, tebayî û siyaseta hevpar di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê de û li gorî awayê diyalog û hevfêmkirina di navbera aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyeyê de hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 41 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:10:09